Kurd Nîşe û nêrîn
Avesta Yayınları
Vladimir Minorsky vê berhema xwe piştî çavdêriyên xwe yên li herêmên Kurdistanê cara ewil bi awayê kurtegotarekê di sala 1915an de li Komeleya Rojhilatnasên Rûs dixwîne û heman salê dide çapkirin Ev kitêba ji nîşe û nêrînên Minorsky pêkhatî bi awayekî giştî û kurtî berê xwe dide mijarên wekî erdnîgarî û belavbûna kurdan li herêmên cuda dîrok kevneşopî çîn û şêwejiyana wan ziman û zaravayên pê diaxivin dest nivîs û berhemên wan ên wêjeyî olên ku baweriyê pê tînin xeysetên wan ên giştî pirsgirêk û pêwendiyên wan bi miletên cîran re rewşa jinên kurd û rewşa kurdan li Rûsyayê Ev in melûmatiyên dîrokî li ser kurd û Kurdistanê Dûrbûna ji hev tunebûna yekîtiyê gelek caran bi rewşa cografî ve tên makkirin Ew ku bi zincîreçiyayên bêgêdûk newal û deştan û bi çemên gur ji hev qetiyayî rewşa cihêtiya siyasî û rabûn rûniştina derebegiyê di nav wan de peyda bûye Lê hesîna bi azadiyê û serbestiyê hê mezin bûye ketiye nav heyîna kurdan gişkan û bi piranî jî di dîroka bizavên wan de diyar dibe Divêt wisa jî em ji ber çavan winda nekin hukmê kurdan ê giştî li ser destpêka çanda wan çiyayan yên ku niha ew lê dijîn