Kurden Qazaxistane Gelen Ku Li Welate Xwe Digere
Peywend
Divê tiştên hatine jîyîn em bibîr bînin Lewre jibîrkirin ji bo bîranînan mirin e Ka bifikirin ew gelê ku ewqas derd kişandine hatine surgun kirin meşa xwe di nav mirinê de kirine ne hêja ye ku bîranînên wan yên keserkür bên jîyandin Dengê we tê guhê min ku bersiva we erênî ye bele wisa ye Divê bihata nivîsandin ku neyê ji bîr kirin Min jî wisa kir Di sala 1937ê dest pê dike surgun Leşkerên Sofyêt gundê Kurdên we derê dagir dikin û nîvê şevê dibêjin bar kin hûnê ji vir derkevin Cima li ku ve çi kes nizane Bi vê biryarê ve Stalîn berê Kurden Nexçîvanê dide waren sar û seqem yên Qazaxistanê Ser trénên heywanan di haleke dijwar de rêwîtî bidawi dibe Di vê rêwîtîyê de yên dimirin dimire yê din ji xwe di nav tenêtiyek zîz de dibine Di wan demên dijwar de Prof Dr Nadîr Nadirov hêj pênc salî ye Ev zarê piçûk di nav wan pevçûnanan de mezin dibe serê xwe natevîne Di dawiyê de jî dibe kesek dewlemend û mereşalê pitrolê Di şerê cîhanê yê duyemîn de dîsa Kurd li hember Hîtler ber bi cepheyan ve têne şîyandin Ve carê Kurdên Ahiskayê trêna tên bar kirin û ber bi Qazaxistanê ve tên surgun kirin Gava şervan ji şer vedigerin lê dinerin zar û zêçê wan hatine tune kirin Çi bi zar û zêçê wan hat Bersiva vê pirse ye ev pirtük Kurdên Qazaxistanê Pirtük serpêhatiya gele ku li welatê xwe digere ye Qala surguneke keserkûr têkoşîneke dijwar û kelijandina birînekî dike Ev kiteb bi meqseda jîyandina hin bîranînan hatîye zimên Min jî oksîjen da wan bîranînan Hêvî dikim ku dê bibe sedemê xwenasîn û têkoşîneke nû