Kurdistan — Hemu Hejmar

Kurdistan
Hemu HejmarJ&J Yayınları
Kurdistan
Hemu HejmarÎsal 22 04 2018 120mîn salvegera derketina rojnameya Kurdistanê 22 04 1898 ye Bi vê munasebetê min xwest ku ez wek xwendekarê masterê ku teza xwe li ser vê rojnameyê amade dikim hinek balê bikişînim ser rojnameya Kurdistanê Min vê fikra xwe bi koordînatorê Weşanên J Jyê Azad Zal ra parve kir Azad Zal bi vê pêşniyazê gelek kêfxweş bû û got Jixwe salvegera damezirandina J Jyê ye jî û em ê gelek kêfxweş bibin ku rojnameya Kurdistanê bi awayê çapa taybet derkevin pêşberî xwîneran Ji xwe teza min li ser vê mijarê bû edîtoriya vê xebatê jî ji bo min gelek baş bû Berî ku ez dest bi çîroka derketina rojnameya Kurdistanê bikim dixwazim spasiya mamoste Malmisanij bikim Hem ji ber ku destûr da min ku ez karibim xebata wî ya li ser hejmarên 17 û 18mîn ku wî ew peyda kiribûn bi hejmarên din re ji çapê re amade bikim hem jî ji ber ku rê li ber min vekir ku ez li ser beşên ku ji aliyê wî ve hatine latînîzekirin bixebitim Ji hejmara 1mîn heta 31mîn 26 hejmar cara pêşîn ji alîyê Dr Kemal Fuad ve hatine dîtin û di sala 1972yan de li Bexdayê bi awayê eslê xwe yanî bi tîpên Aramî hatine çapkirin Paşê M Emîn Bozarslan ev 26 hejmar ji pirtûkxaneya dewletê ya Marburgê digire latînîze dike û bi şîroveyên giranbiha dixemilîne Vê xebatê li cîhanê nav û dengê rojnameya Kurdistanê belav kiriye Em wek şagirtên M Emîn Bozarslan spasiya wî dikin Du hejmarên din hejmara 10mîn û ya 12mîn di 2006an de ji alîyê Celîlê Celîl ve hatine dîtin û li Duhokê radestê malbata Bedirxaniyan hatine kirin Di kovara Zendê ya Bihara 2007an de latînîzeya wan a ku ji aliyê rêzdar Kerem Soylu ve hatiye kirin tê weşandin Ji hemû hejmaran bi tenê hejmarek kêm e Ango hejmara 19mîn hê jî wenda ye Em hêvî dikin ku lêkolînerên Kurdan li hemû kitêbxaneyên cîhanê û arşîvên kesan yên li malan jî li vê hejmara wenda bigerin û bibînin da ku em Kurdistana xwe temam bikin Ji ber ku rojnameya Kurdistanê rojnameya yekem a bi Kurdî ye 22yê Avrêlê roja derketina wê wek roja rojnamegerî û çapemenîya Kurdî tê pîrozkirin Dema em li dîroka rojnamegerîya Kurdî dinêrin em dibînin ku her dem rojnamegerîya Kurdî bi zilm û zora qedexekirinê re rû bi rû maye Rojnameya Kurdistanê di 22yê Avrêla 1898an de li Qahîreya Misrê derdikeve di 30ê Avrêla 1898an de di nava hefteyek de Padîşahê Împaratoriya Osmanî Siltan Evdilhemîdê IImîn fermana qedexekirina rojnameya Kurdistanê dide Ev fermana qedexekirinê jî nîşan dide ku ji berê de zilm û zor li ser çapemenîya Kurdî û zimanê Kurdî hebûye Gelek kes nizanin ku di dewra Împaratorîya Osmanî de jî zimanê Kurdî û çapemenîya kurdî qedexe bûye Di wê dewrê de Bedîuzzeman Seîdê Kurdî 1878 1960 ji ber ku perwerdeya bi zimanê Kurdî daxwaz dike ji alîyê Siltan Evdilhemîd ve bi dînîtîyê tê tawanbarkirin û dişînin tîmarxaneyê Îro hê jî bi milyonan Kurd ji perwerde û çapemenîya bi zimanê xwe mehrûm in Di hejmara yekemîn a rojnameya Kurdistanê de Mîqdad Mîdhet Bedirxan armanca rojnameyê wiha nivîsîye Di vê cerîdeyê de ez ê behsa qencîya îlm û marîfeta bikim li ku derê mirov dielime li ku derê medrese û mektebên qenc hene ez ê nîşa Kurda bikim li ku derê çi şer dibe dewletên mezin çi dikin çawa şer dikin tîcaret çawa dibe ez ê hemîya hîkat bikim Heta nuho kesê cerîdekê holê nenivîsîye Ev cerîdeya min a ha ya ewwulî ye Loma wê gelek kêmayî hebitin Ez hêvî dikim ku hûn kêmayîya cerîdeyê ji min re binivîsin Hemî tişt wekî nû çêdibin kêm in paşê hingî diçe dikeve rê de Em dibînin ku zimanê me yê 120 sal barê jî ew qasî hêsan tê famkirinê û ji zimanê Tirkîya Osmanî ya wê demê pêşketîtir e Lê hê jî hin rêveberên ku qedexeya ser zimanê me ranakin û dibêjin zimanê Kurdan ne zimanek şaristanî ye Ev helwest jî helwesteke qedexekirinê ye Divê Kurd jî wek her miletî li ziman û çapemeniya xwe xwedî derkevin Bo perwerdehîya bi zimanê xwe têbikoşîn Em hêvî dikin ku ev berhema li ber destê we sûdewer be 22 04 2018 Amed Ahmed Kani

JJ Yayınları
Îsal 22 04 2018 120mîn salvegera derketina rojnameya Kurdistanê 22 04 1898 ye Bi vê munasebetê min xwest ku ez wek xwendekarê masterê ku teza xwe li ser vê rojnameyê amade dikim hinek balê bikişînim ser rojnameya Kurdistanê Min vê fikra xwe bi koordînatorê Weşanên J Jyê Azad Zal ra parve kir Azad Zal bi vê pêşniyazê gelek kêfxweş bû û got Jixwe salvegera damezirandina J Jyê ye jî û em ê gelek kêfxweş bibin ku rojnameya Kurdistanê bi awayê çapa taybet derkevin pêşberî xwîneran Ji xwe teza min li ser vê mijarê bû edîtoriya vê xebatê jî ji bo min gelek baş bû Berî ku ez dest bi çîroka derketina rojnameya Kurdistanê bikim dixwazim spasiya mamoste Malmisanij bikim Hem ji ber ku destûr da min ku ez karibim xebata wî ya li ser hejmarên 17 û 18mîn ku wî ew peyda kiribûn bi hejmarên din re ji çapê re amade bikim hem jî ji ber ku rê li ber min vekir ku ez li ser beşên ku ji aliyê wî ve hatine latînîzekirin bixebitim Ji hejmara 1mîn heta 31mîn 26 hejmar cara pêşîn ji alîyê Dr Kemal Fuad ve hatine dîtin û di sala 1972yan de li Bexdayê bi awayê eslê xwe yanî bi tîpên Aramî hatine çapkirin Paşê M Emîn Bozarslan ev 26 hejmar ji pirtûkxaneya dewletê ya Marburgê digire latînîze dike û bi şîroveyên giranbiha dixemilîne Vê xebatê li cîhanê nav û dengê rojnameya Kurdistanê belav kiriye Em wek şagirtên M Emîn Bozarslan spasiya wî dikin Du hejmarên din hejmara 10mîn û ya 12mîn di 2006an de ji alîyê Celîlê Celîl ve hatine dîtin û li Duhokê radestê malbata Bedirxaniyan hatine kirin Di kovara Zendê ya Bihara 2007an de latînîzeya wan a ku ji aliyê rêzdar Kerem Soylu ve hatiye kirin tê weşandin Ji hemû hejmaran bi tenê hejmarek kêm e Ango hejmara 19mîn hê jî wenda ye Em hêvî dikin ku lêkolînerên Kurdan li hemû kitêbxaneyên cîhanê û arşîvên kesan yên li malan jî li vê hejmara wenda bigerin û bibînin da ku em Kurdistana xwe temam bikin Ji ber ku rojnameya Kurdistanê rojnameya yekem a bi Kurdî ye 22yê Avrêlê roja derketina wê wek roja rojnamegerî û çapemenîya Kurdî tê pîrozkirin Dema em li dîroka rojnamegerîya Kurdî dinêrin em dibînin ku her dem rojnamegerîya Kurdî bi zilm û zora qedexekirinê re rû bi rû maye Rojnameya Kurdistanê di 22yê Avrêla 1898an de li Qahîreya Misrê derdikeve di 30ê Avrêla 1898an de di nava hefteyek de Padîşahê Împaratoriya Osmanî Siltan Evdilhemîdê IImîn fermana qedexekirina rojnameya Kurdistanê dide Ev fermana qedexekirinê jî nîşan dide ku ji berê de zilm û zor li ser çapemenîya Kurdî û zimanê Kurdî hebûye Gelek kes nizanin ku di dewra Împaratorîya Osmanî de jî zimanê Kurdî û çapemenîya kurdî qedexe bûye Di wê dewrê de Bedîuzzeman Seîdê Kurdî 1878 1960 ji ber ku perwerdeya bi zimanê Kurdî daxwaz dike ji alîyê Siltan Evdilhemîd ve bi dînîtîyê tê tawanbarkirin û dişînin tîmarxaneyê Îro hê jî bi milyonan Kurd ji perwerde û çapemenîya bi zimanê xwe mehrûm in Di hejmara yekemîn a rojnameya Kurdistanê de Mîqdad Mîdhet Bedirxan armanca rojnameyê wiha nivîsîye Di vê cerîdeyê de ez ê behsa qencîya îlm û marîfeta bikim li ku derê mirov dielime li ku derê medrese û mektebên qenc hene ez ê nîşa Kurda bikim li ku derê çi şer dibe dewletên mezin çi dikin çawa şer dikin tîcaret çawa dibe ez ê hemîya hîkat bikim Heta nuho kesê cerîdekê holê nenivîsîye Ev cerîdeya min a ha ya ewwulî ye Loma wê gelek kêmayî hebitin Ez hêvî dikim ku hûn kêmayîya cerîdeyê ji min re binivîsin Hemî tişt wekî nû çêdibin kêm in paşê hingî diçe dikeve rê de Em dibînin ku zimanê me yê 120 sal barê jî ew qasî hêsan tê famkirinê û ji zimanê Tirkîya Osmanî ya wê demê pêşketîtir e Lê hê jî hin rêveberên ku qedexeya ser zimanê me ranakin û dibêjin zimanê Kurdan ne zimanek şaristanî ye Ev helwest jî helwesteke qedexekirinê ye Divê Kurd jî wek her miletî li ziman û çapemeniya xwe xwedî derkevin Bo perwerdehîya bi zimanê xwe têbikoşîn Em hêvî dikin ku ev berhema li ber destê we sûdewer be 22 04 2018 Amed Ahmed Kani