Kurdistan Tu Yî Dayika Min
Doz Yayıncılık
Tiştên ku gelên bindest li ser pîyan dihêlin bêguman ronakbîr û kesên ku xwe girêdayîyê pêbendî gelê xwe dibînin Lê gelên bindest yên bê ronakbîr wek Girara bê rûn û bê tam in Gelên wiha di pêvajoya çerx û demê ra sist û pist û pişt ra bê hêvî berbelav û wenda dibin Jixwe tê zanîn ku dewletên zordest bi taybetî kesên ronakbîr zana û hunermend ji xwe ra dikin armanc û dijmin ku bikaribin hemû kesên zîrek û bi xîret bixin xizmeta sîyaset û propagandaya xwe Dewlet vê sîyasetê bi taybetî bi rêya mamosteyan di dibistanên xwe da li dijî berjewendîyên gelên bindest dimeşînin binêr helbesta were mirin Armanca wan tê zanîn û her yek e Dixwazin gelên bindest bê nasname bê ziman bê çand bê dîrok û her wiha bê hêvî bihêlin