MejelleKitap fiyat karşılaştırma

Kurdistan ü Kurd — Ebdurrehman Qasımlo

Kurdistan ü Kurd
261,80
Azınlıklar Etnik SorunlarEtnik KitaplarTarih

Kurdistan ü Kurd

Ebdurrehman Qasımlo

Lis Basın Yayın

2012292 sf.
Şehadet KitapEn ucuz

Kurdistan ü Kurd

Ebdurrehman Qasımlo

Ev kiteba han di esle xwe de wexte ez li Prage büm bi Çeki hat nivisandin Di sala 1963 yan de Merkeza Weşanen Akademiya Zanisti ya Çekoslovakyaye ya li Prage biryar da kitebe bi Çeki biweşine Le we nave re Merkeza Weşanen Siyasi ya Bratislavaye da xuyakirin ku dixwaze kitebe bi Slovaki biweşine Bi vi awayi di sala 1964 an de çapa kiteba Kurdistan ü Kurd a yekemin bi Slovaki gelek neziki hev in ü Çeki gelek bi hesani dikarin nivisen bi Slovaki bixwinin min daxwaz ji merkeza akademiye kir ku ez re didim wan ew wergera kitebe ya İngilizi çekin da ku li derveye Çekoslovakye ji istifade je be kirin

Yaykoop
288,75

Lis Yayınevi

20121. baskı296 sf.
Kitap KağıdıKurdî / Kürtçe

çev. Zîya Avcı

Yaykoop

Kurdistan û Kurd Lêkolîneke Siyasî û Aborî heştemîn pirtûka Lîs ê ya rêza bi navê Lêkolînên Kurdewar li ser rewşa Kurdan a siyasî û aboriya Kurdistanê ya beriya sala 1965 an e ku di vî warî de çavkaniyeke serekî ye Çîroka çapbûna Kurdistan û Kurd Lêkolîneke Siyasî û Aborî dûr û dirêj e ku nivîskar Qasimlo bi xwe dibêje Min bi pêşniyarkirina hevalekî di sala 1957 an de dest bi nivîsîna pirtûkê kir û pirtûk di sala 1962 yan de ji bo çapê amade bû Tê zanîn ku pirtûk cara pêşîn bi Çekî hatiye nivîsîn lê çapa wê ya yekemîn bi Slovakî di sala 1964 an de derçûye Paşê li Pragê û li Londonê du çapên pirtûkê yên bi Îngilîzî derçûne Çapa pirtûkê ya bi Erebî cara pêşîn ji ber çapa wê ya bi Îngilîzî derketiye Bi dû re pirtûk di sal û deverên cuda de bi gelek zimanên wek Polonî Erebî Îngilîzî Tirkî Kurdî bi Kurmancî û Soranî çap bûye Nivîskar Qasimlo bi hûrgilî li ser rewşa aborî û siyasî ya her parçeyekî Kurdistanê rawestiyaye û daneyên balkêş pêş me kirine Dema ku mirov berhemê dixwîne ji ber hînbûna tiştên gelekî balkêş û girîng kelecan li mirov radibe Nivîskar mijarên wekî çem deryaçe daristanên û xwezaya Kurdistanê serjimar dîn ziman û wêje xwendina Kurdan dîroka Kurdistanê ya kevn û nêzîk dabeşbûna Kurdistanê û encamên dabeşbûnê peywendiyên Kurdan li gel cîranên wan siyaseta dagirkeran li ser Kurdistanê têkoşan û serhildanên Kurdan li her parçeyî ji her aliyî ve rewşa Kurdan xwedikirina pez û dewaran cotkarî çandinî li Kurdistanê dîroka milkiyetê milkiyeta axê nîvekarî hilberana pêtrolê û berawirdkirina pêtrola Kurdistanê li gel a welatên cîhanê û gelek babetên din têr û tijî û bi hûrgilî rave dike û heldisengîne Pirtûk li ser aborî û rewşa siyasî ya Kurdistanê be jî di beşa pêşîn de behsa erdnîgarî dîn ziman û wêje û dîroka Kurdistanê dike Di behsa dîroka Kurdistanê de ji aliyê aborî û siyasî ve gelek daneyên balkêş hene Nivîskar di vê beşê de bi gelemperî li ser dabeşbûna Kurdistanê û rewşa van parçeyan rawestiyaye Wekî din di vê beşê de bi behsa gelek bûyer û mijarên curecur re behsa serhildan û bizavên Kurdan ên wê demê dike û li ser sedem û armancên wan radiweste Beşa duyemîn bi hûrgilî behsa aboriya Kurdistanê û çavkaniyên wê yên li ser û binê erdê bi taybetî jî behsa pêtrolê dike Dîsa di vê beşê de yeko yeko li kîjan parçeyê Kurdistanê rewşa aborî û civakî çawa ye vedibêje Beşa sêyemîn a pirtûkê li jêr serenavên wekî Karakterê Taybetî yê Meseleya Kurd Rewşa Niha ya Kurdan Cihêbûnên Neteweyî yên Kurdan Karakterê Xebata Rizgarîxwaziyê ya Gelê Kurd û Mafê Qedera Xwe Bi Xwe Tayînkirina Neteweyan behsa Pirsa Kurd dike Dr Ebdurrehman Qasimlo di 22 yê Berfanbara sala 1930 yî de di malbateke dewlemend û navdar de li bajarê Ûrmiyeyê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bû Wî xwendina xwe ya seretayî û navînî li Ûrmiyeyê kuta kir pişt re ji bo ku bi xwendina xwe berdewam be çû Têhranê Li ser helwesta kurdheziyê wî çalakiyên xwe yên siyasî ji sala 1945 an û pê ve dema ku hê di panzdeh saliya xwe de bû bi damezirandina Yekîtiya Ciwanên Demokrat ên Kurdistana Îranê li Ûrmiyeyê dan destpêkirin Piştî ku Komara Kurdistanê ya Mahabadê 1946 têk çû Dr Ebdurrehman Qasimlo bi hevkariya gelek hevalên xwe yên din xebata xwe ya siyasî bi rengekî nehînî û berfireh dîsa da destpêkirin Pişt re ew bû endamê fermî yê Hizbî Dîmoqratî Kurdistan Ebdurrehman Qasimlo di hejdeh saliya xwe de ji bo xwendina bilind çû Frensayê Piştî demekê ji wir çû Çekoslovakyayê piştî ku li Zankoya Pragê lîsansa xwe ya di warê siyasî civakî de wergirt di sala 1952 yan de çaxa desthilatdariya Dr Mihemed Musediq vegeriya Îranê û di xebata li dijî rejîma selteneta Şah Riza Pehlewî de beşdarî têkoşanê bû Dr Qasimlo piştî pênc salan careke din vegeriya Çekoslovakyayê û di sala 1962 yan de ji Zankoya Pragê doktoraya xwe ya di para aboriyê de wergirt Dr Qasimlo heta sala 1970 yî li Zankoya Pragê bi dayîna dersên aboriya kapîtalîst aboriya sosyalîst û teoriya geşedana aboriyê

Nobel Kitap
315,70

Lis Basın Yayın

292 sf.
Nobel Kitap

Ev kiteba han di esle xwe de wexte ez li Prage büm bi Çeki hat nivisandin Di sala 1963 yan de Merkeza Weşanen Akademiya Zanisti ya Çekoslovakyaye ya li Prage biryar da kitebe bi Çeki biweşine Le we nave re Merkeza Weşanen Siyasi ya Bratislavaye da xuyakirin ku dixwaze kitebe bi Slovaki biweşine Bi vi awayi di sala 1964 an de çapa kiteba Kurdistan ü Kurd a yekemin bi Slovaki gelek neziki hev in ü Çeki gelek bi hesani dikarin nivisen bi Slovaki bixwinin min daxwaz ji merkeza akademiye kir ku ez re didim wan ew wergera kitebe ya İngilizi çekin da ku li derveye Çekoslovakye ji istifade je be kirin