Kurdistanbûl
Berbang Yayınevi
Pirtûka Kurdistanbûl a helbestan ji alî Şivan Zeren ve hatiye nivîsandin Li Gor hevpeyvîneke wî Şivan Zeren ciwanekî ku li Stenbolê çêbûye û mezin bûye Heta dibistana amadehî jî bi tirkî nizanîbûye û piştî salên 90 î ku koçberên Kurdistana Bakur diçin taxa wan ew jî dikeve nakokiyekê û li kesayetiya xwe digere Pê re jî hînî kurdî dibe û lêkolînên Kurdên ku hatine Stenbolê dike Ev helbestên vê pirtûkê jî wê demê derdikevin holê Bi evîna Qûleya Qîzan û Galatayê re kurdên dîrokî yên barkêş û karker dikevin nava keftûlefta Stenbolê û di Kurdistanbûl ê cîh digirin Li Emînoniyê Li ber qeraxê behrê Li kêleka kelekên masîfiroşan Di nêv xirecira jiyanê de Simîtfiroşekî Qersî Ji bîr ve çûye Zêhna wî weke sînemayeke erzan Ku ji bajarê xwe bi kûrtajê ji ber çûye Her heman fîlmê dileyzîne Li paş fonê tîqetîqa kenê kurê wî Baran Û bêhna misk emberî ya jina wî Û li ser perdê xeyalên keskesor Weke bayên dilkoçer Destê xwe jê re kil dikin her