MejelleKitap fiyat karşılaştırma

Kurdîzan Set — Tahirhan Aydın

Kurdîzan Set
1.200,00
Eğitim Üzerine Yazılar

Kurdîzan Set

Tahirhan Aydın

Mezopotamya Vakfı Yayınları

20231 sf.
Şehadet Kitap

Kurdîzan Set

Tahirhan Aydın

Kurdîzan ji bo asta destpêkê ji du pirtûkan pêk tê Yek Pirtûka Dersê ye ya din jî Pirtûka Xebatê ye Pirtûka Dersê li ser hînkirina temayên curbicur û mijarên rêzimanê radiweste lê Pirtûka Xebatê tenê li ser rahênên van temayan û mijarên rêzimanê radiweste Di Kurdîzanê da ji bo birêxistin û hêsankirina hînkarîyê pergala unîte û dersan hatîye bikaranîn Pirtûk ji du unîteyan û her unîte jî ji 14 dersan pêk tê Bi tevahî 28 ders di Kurdîzanê da hene Kurdîzan ji bo perwerdeya dibistanê bernameyên lîsansê lîsansa bilind kursên taybetî û xebatên takekesî hatîye plankirin Di Kurdîzanê da rêbazên ji hêsanîyê ber bi zorîyê ve ji sadeyîyê ber bi alozîyê ve hatine bikaranîn Kurdîzan wekî pirtûka hînkarîya zimanî bi awayekî hevseng bipêşvebirina her çar şîyanên bingehîn ên zimanî ji xwe ra dike armanc ku ew jî guhdarkirin axiftin xwendin û nivîsîn in Di pirtûkê da rêbaza pevalînê spiral approach hatîye bikaranîn Mijarên pêşîn di nava mijarên paşîn da hatine dubarekirin Bi rêya dubarekirinê mijarên berê bi dupatkirin û bibîranînan hatine xurtkirin Her dersek bi metin yan jî dîyalogekê dest pê dike piştî wê mijareka rêzimanê cih digire û bi dû ra rahênan tên Herweha di dawîya her pirtûkekê da ferhengokek hatîye bicihkirin Di vê ferhengê da manayên tirkî û îngilîzî yên bêjeyan hatine dayîn