Kure Mire Derzin u Keça Gavane Zevyasor
Fanos
Welateki 50 60 gund u 700 salan azad biji di wi welati de ne tene çiya u bani heşin dibin ne tene erd u ax dixemilin her wisa mirovati cameri şerejini u merditi ji li wan erden azad heşin dibe u şax u paxen xwe bilind dikin Dibejin wextek ji Prenskei ji malbata mire Derzin diçe ref u neçire Li Meydanreş u Çiyaye Qule dide u di pişta Werqanis re te Mergamiran Gavane Zevyasor dewaren xwe aniye av daye u dewar li kenare merge ketine mexel Roj hatiye dane nivro Prens hew dibine ku keçeke bedew u bejindirej boxçika nan di deste we de ye taştiya Gavan tine Ew delali u ciwaniye ve qiza bedew u narin dile Prens dide her daxan Prens ezeb e be jin u be desgirti ye Weqate zewaca wi ye u keçeke wiha ciwan u narin li tu deri nediye Prens bi pasevanen xwe ve dikarin ve keçike bi koteki u dare zore ji babe we bistinin le ev yek ne li gora irf u adet u toreya hikameta Dersin e Eve statuye di tu dewr u zemanan de tişteke wiha nekiriye u nake Prens u heresen xwe siwar dibin ten li peşiya ve keça ciwan dikevine kemine Gava ku keçik ji ba babe xwe ber bi male ve te dikeve nava kupla siwaran Prens işareteke dide heresen xwe ku xwe dur bikin ji hespe xwe peya dibe u bi nezaket ji ve keça bedew pirsdike ka ki ye ezeb e an destgirti ye serbixwe ye ango dilketi ye