Kurtejîyana Min Mele Îmadeddîn Yetîz Seydayê Gurdilî
Peywend
Di vê pirtûka kitêba Kurtejîyana Min da pir tiştên dîrokî hene Dewrê nexweş û tarî tê da hene Ji ber ku piştî her tengahîyekfirehîyek heye dewrê xweş û rohnayî jî hene Ewela dewrên nexweş ên ku di kurtejîyana min da derbas bûne wekî yek ji wan Kurdên neteweyî ezê bidime beyankirin Yek qetlîamên ku li ser kurdan çê bûne wanê ku me bihîstine û yên ku me dîtine Ji wanê me bihîstine qetlîama şoreşa şehîd Şêx Seîd qetlîama Agirî ye Yên ku em gihîştinê bombebarankirina Helepçê bi bombeyên kîmyewî li ser destê Seddam qetilkirin û şehadeta sed û heştê û du hezar Kurdan bi saxîtî binerdkirina heşt hezar Barzanîyan wêrankirina pênc hezar gundan koçberkirina bi mîlyonan Kurdan Dewrê xweş ev e ku îro Kurd li başûrê Kurdistanê azad in xweyî dewletek qedirbilind in û ev aqûbet li ser van perçê din be jî