Lalîxan — Halil Aktuğ

Lalîxan
Halil AktuğPEYWEND
Lalîxan
Halil AktuğLalîxan li mehîna ku Mîrê Cizîrê dayî Derwêş Axa suwar e Hesam jî li cuwanîya wê mehînê suwar e Mehîna di bin Lalîxanê de wekî cuwanî ya xwe dibîne dihîre Cuwanî jî wekî dîya xwe dibîne qesta dîya xwe dike Lalîxan ji pîrekên berbûlîyan dipirse Ev suwarê bi alîyê me ve tê kîye Berbûlî dibêjin Ew Hesam e Wekî Hesam nêzîkî Berbûlîyan dibe Lalîxan serûka xwe ji ser serê xwe radike Spehîtayîya Lalîxanê roj bû li pêşberî Hesam Hesam wek berfa nîsanê xwe li ber tîrojên tava Lalîxanê nedi girt Bedewîya wê çavên Hesam kor kirin Awirê çavê Lalîxanê Hesam melûl û bêçare kiribûn Ew awirên tehditkar wek tîroja birûskê di giranîya çavên Hesam de xwe diberdan rayê qolinca wî Wan awirên dijwar hiş û sewdan di bedena Hesam de fetisandibûn Ji qehra di kunkê pozê Hesam re xûnê avêt Hesam serserkî li erdê ket Spehîtayîya Lalîxanê bû êş û elem Mejî ji sêrî çû Hesam ne dîn bû lê hal gihayê Hesam ji erdê radikin Wekî Lalîxan bejn û bala Hesam dibîne ne bi dilekî bi sê sed dilî dil dikeve Hesam Lalîxan van çend gotinan dibêje Hesamo dîno çiqas dîn î Qey ji hire ji vir û Xesxêr terafê Şamê bû Tu jinmam û dohmamê Dişîyênî xwazgînî

Peywend