Lalo Kerîm
Avesta Yayınları
Di salên 1950 1953î de karkerên kurd li Germiyanê Herêma Horînê Şêxanê Deşta Dizeyê û li herêmên cuda yên Iraqê jî cotkar û Iraqî li dijî axa û derebegên serdemê rejimên paşayetiyê serî hildane Bizava çîna karker û cotkarên kurd di pexşanên wê serdemê yên kurdiya soraniyê de jî cî girtine Yek ji wan peşxana jî berhema Lalo Kerîm a Cemal Nebez e Zûrbûna Cemal Nebez li ser sitem zehmetî nebûna yeksaniyê pirsa çîna karker û rêncberan a li nava civaka kurdî ye û ji ser jiyana Lalo Kerîm tê vegotin ku Lalo Kerîm mirovekî namo ango bêgane ye Lalo Kerîm kesayetê sereke yê berhemê kalekî zeyîf e û milên wî sist in li gundekî ne diyar e û dev û çavên wî li yên xelkê gundî jî naçin Bi zarekî taybet qise dike ku ew zar jî ne weke yê xelkê gund e Lalo Kerîm serpêhatiya namoyekî ango biyaniyekî li nava komelgeha cotkar û karker a kurd Lalo Kerîm piştî Di xew de û Meseleya Wijdanê sêyemîn pexşana kurdî soranî ye sala 1956an çap bûye Wek herdu çîrokên pêşî pir serkeftî ye Hersê jî tevî ku ê destpêkê ne di nav berhemên herî baş ê edebiyata kurdî de ne Berhem serboriya Lalo Kerîm û du pêşekiyên Cemal Nebez ên di qonaxên ciyawaz ên salên 1968 û 1986ê nivîsîne li xwe digire