Lawê Pîrê
Avesta Yayınları
Roger Lescot 1914 1975 Li Unîversîteya Parîsê edebiyata fransî polîtîka û zimanên Rojhilat xwendiye Di 1932yan de piştî ku unîversîte qedand hikûmeta fransî ji bo ku lêkolînên ilmî bike ew şande Enstîtuya Fransî ya li Şamê Li wir Celadet Alî Bedirxan nas kir Tekstên folklorîk berhev kirin di Hawarê de bi navê Tawûsparêz bi kurdî û fransî nivîs nivîsandin Di nav kurdên Sûriyeyê de baş dihate naskirin û hezkirin xelkê jê re digot Lezgîn Axa Sala 1945an li Unîversîteya Sorbonneê Kursiyê Zimanê Kurdî vekir û dersên kurdî dan Piştî salekê Kamiran Alî Bedirxan ku ji Bêrûdê hatibû ciyê wî girt Roger Lescot piştî ku Celadet Bedirxan nas dike dibe dildar û kedkarê zimanê kurdî û edebiyata kurdî ya gelêrî Ew bi xwe jî berhemên edebiyata gelêrî berhev dike Li ser Memê Alan dixebite û ji varyantên heyî metneke serbixwe derdixe meydanê Ev xebata berdest jî berhevoka Roger Lescot a pêşî ye ku tê de çîrok gotinên pêşiyan û pêderxistinok cih digirin Çîrok wî bi xwe ji Salihê eşîra Hesenan berhev kirine gotinên pêşiyan û pêderxistinok jî hinek ên ku wî berhev kirine û hinek jî yên ku Celadet Bedirxan Ev çîrok gotinên pêşiyan û pêderxistinok wek dengên wê demê di guhên me de olan didin