MejelleKitap fiyat karşılaştırma

Lêkolînek Lı Ser Rêzımana Kurdî Kurmancî — Şexmus Aslan

Lêkolînek Lı Ser Rêzımana Kurdî Kurmancî
507,00
Dil ve GramerDiğer

Lêkolînek Lı Ser Rêzımana Kurdî Kurmancî

Şexmus Aslan

Na Yayınları

2018476 sf.
Ciltsiz
Kitap SepetiEn ucuz

Lêkolînek Lı Ser Rêzımana Kurdî Kurmancî

Şexmus Aslan

Armanca xebatên rêzimaniyê naskirina qeydeyên zimîn e Loma di vê xebatê de ez ji qeydeyê tê zanîn re li mînakan negeriyam Min xwest ez qeydeyên di bêje û hevokên kurmancî de hene bidim naskirin lewra van qeydeyana perwerdeya zimîn in Di zimanekî de rêbaza bêjeçêkirinê çiqas hêsan û kêrhatî be ew zimana ewqas hêsan vedije û dewlemend dibe Bêjesaziya hêsan perwerdeya zimîn jî hêsan dike Morfolojiya kurmancî gelek kêrhatî û hêsan e Heta nuha rêxistinên zanistî li ser zimanê kurdî lêkolîn nekirine Bi destê aqademîsyenan bêjeyên kurdî sadir nebûbin jî kesên kurd bi hezaran bêje wek têgîniyên rêzimanî û ragîhandinê afirandine Kesên ku rêzimana kurdî nivisîne yek jî bi fîlolojîya kurdî perwerde nebûne Pirî wan nivîskarana mamoste ne û bi tirkî perwerde bûne Eger kesên wek me kanin rêzimanan binivîsin va yeka ne ji şarezatiya me ye ji tekûzbûn û sivikbûn û zelalbûna vî zimanê şîrîn e Wek her zimanekî di zimanê me de jî qeydeyên siruştî hene Gelê me bi hezaran salan in li ser van qeydeyan bi hev kirî ne Ya ji me tê qeydeyên di zimanê me de hene em wan rast nas bikin û baş bidin naskirin Qeydeyên morfolojiya kurmancî bi hewayek zanistî tasnîf bikin Di vê lêkolînê de mijara hemû bêjeyan nemaze lêkerên kurmancî bi dorferehî hatiye nirxandin Gelek xalên nû li rêzimaniya kurmancî hatine zêdekirin Sentaksa kurmancî belkî cara ewil e bi rêbazek zanistî û rêkûpêk di vê pirtûkê de hatî nirxandin Pêwendiya di navbera hêmanên hevokê de û cûrên hevokan bi zelalî daye naskirin Di vê pirtûkê de mînakên ji bo şîrovekirina têgîniyên rêzimanî hatine dayin hemî ji zargotina kurmancî û nivîskarên navdar hatine girtin Aramanca min geşkirina kurmanciya me ya wek şîrê dayika min şîrîn û pakij e Hêvî dikim hûn jî bi pêşniyar û rexneyên xwe pişt bidin vê xebatê Em bi hev re zimanê xwe geş bikin û pêş ve bibin

Şehadet Kitap
650,00

Na Yayınları / Weşanen Na

2018476 sf.
Şehadet Kitap