Li Bın Sıya Welatekî
Berbang Yayınevi
Li Bin Siya Welatekî ji nivîsên Şivan Zeren yên gera Nisêbînê Cizîrê Pirsûs Mêrdîn û Ewropayê û w d pêk tê Bi zimanekî wêjeyî û dilîniya dewrêşekî hatiye darijandin Vegotina Şivan Zeren mirov dibe wan erdana û aresteyî xeyalan dike Di rê de em bi serekî hin Kobaniyên din ko di dikan û mizgeftan de hatine bicîhkirin dibînin Li erdeke di nêv xaniyan de vala û bi molozên dîwarên xirabûyî li ser mehfûreke kevnare pîrejinek diponije dibînim gava nêzî wê dibim hêla çepê yek odeyeke biçûk jî li ber çavê min dikeve Nêzî pîrejinê dibim ko wê kêliyê bi foto nemir bikim Yekî du torbe meqerne xêra xwe dayê ew jî xilas bûye kes alîkariyê jî nade nizanin çibikin Ez ê rahêlim vê xemên ko cergê min daye ber şîşan bê navber ez bê nefes hiştime Ez ê rahêlim vê sotinê herim welatê bav û kalan Ava Binûsra diçe ber bi rêlên Nisêbînê ve ava Dîcle xwe dike nazenîn ber bi yara xwe î Cizîrê ve Ez ê ku bisekinim ku li ba bibim ku bang bibim ji bo zarokan ev dil bafirok e kil dibe li asîman Dibêm li ber wê kêlê bisincire ev evîn li ber wê kêlê şi îr bibe dûa li ser lêvên min î ziwa