Li Qeraxê Jiyanê Li Ber Sîya Welatê Min Rêyeke Dûr û Dirêj I
İBV İsmail Beşikci Vakfı Yayınları
Kitêba İbrahim Gürbüz ya bi navê Li ber siya welatê min rêyeke dûr û dirêj 1 LI QERAXÊ JIYANÊ ji nav wes anên weqfa me derket Pirtûka bi navê Li Qeraxa Jiyanê ku hûn di destên xwe de digirin cilda yekem a berhema sê cildî ye ku rewşenbîrê hêja yê kurd Îbrahîm GURBUZ jiyana xwe ya 68 salî tiştên ku dîtiye û çavdêriyên xwe tê de nivîsandiye Pirtûkek e ku GURBUZ tê de serpêhatî û bîranînên xwe yên şexsî radigihîne û her çend di celebê bîranînê de be jî aliyekî wê yê xurt ê otobiyografîk jî heye Wekî ku tê zanîn Îbrahîm GURBUZ wekî rewşenbîrekî neteweya kurd ku jê tê ne tenê di salên 1970yî de yek ji aktorên girîng ên têkoşîna siyasî ya kurd bû di heman demê de di salên 1990î de yek ji aktorên damezrîner bû bi taybetî jî di nav tekoşîna demokratik a kurdan û tevgera ronakbîrî ya sazûmaniya çandî ya ku di salên 1990î de geş bû Ji ravekirinên wî yên di vê pirtûkê de heger ez li ser GURBUZ ku çîroka jiyana wî serpêhatiyên wî helwesta wî ya li hember pêvajoyên dijwar hin ramanên xwe bînim ziman bi kurtî difikirim ku ez bi saya vê pirtûkê ji berê çêtir dizanim bêyî ku pesnê wî bidim dikarim van tiştan bibêjim Îbrahîm GURBUZ ew kes e ku ji ciwaniya xwe ve xwediyê hişmendiyeke kûr û nasnameyeke takekesî ya rasteqîn e ku dikare wî ji girtina sînorên jiyana ku tê de ji dayik bûye normên civakî û polîtîkaya klasîk rizgar bike Bi saya vê hişmendiya ku bi nirxên kurdayetiyê û mirovahiya pêşverû ava bûye rewşenbîrek e ku xwe ji teqlîda dijminan dûr digre li hemberî her cure hêzan tawîz nade li hemberî sînor û zehmetiyan jî dikare berxwedaneke afirîner nîşan bide û herwiha vîzyoneriya xwe îspat dike Mutlu CAN