Lı Wırê Sıwar Lı Vırê Peyar
Peywend
Roja çarê Ez dayik û bavê xwe û ligel Ehmedê bira diçin Xanê Qonaxa ber dilê min Kanîka Xidirê ye lê em heta Dûpirkê diçin Li wir em ji xwe re firavîneke xweş dipêjin têr bêhna xwe vedidin û paşê vedigerin Em ji Gûzereş heta bi Xanê bi pêyan diçin Her tişt rast bû xweş tê bîra min Vizeviza drone û herronan ser serê me bû Me ew nedidîtin lê guveguva wan gelek xweş dihat Wekî mêşa bi hundirê kundiran ketî guveguv gelekî xweş bi ber guhê me diket Gelo Ehmed dê çi nav li van firfirokên sîxurî bikira Bi îhtîmaleke mezin wî dê bigota Te dî yên me bo teyarê jî navekî xweş darêtiye û gotiye balafir Ev nav li bejn û bala zimanê me jî difesile Nexwe ma çima em jî li gorî heman mantiqî navê dîdefir dîdefirok bi kar nebin Heta li gorî navên kevnar jî em dikarin tiştekî hêj otantîk peyda bikin Te dî di dastaneke Kurdî de navê dîtinhezar heye Çima em navekî ser vî binameyî lê neguncînin Bo nimûne dîtinfirok çavê firinde Ez bi van xeyalan mijûl bûm min dî dayika min got Berxê min ez dibêjim em ji Dûpirkê bi wêdetir neçin dê bo me baştir be Bila Kanîya Xidrê îro bimîne Te dî ji spêda Xwedê ve ye guveguva Çavê Esmanan e li ser serê me digerin Ev navlêdanîna bi çavê esmanan bo drone û peykên ezmanî nizanim çima li cihekî di dilê min de gelek kêfa min îna û min di naxê xwe de got bi rastî jî her zimanî mucîzeya xwe ye