Lixwegerîn
Nubihar Yayınları
Lehengê romanê Rûgeş dema diwelide dêya wî dimire Li nexweşxanê ji gundiyan re gotine ku kurik jî dimire ne mumukun e sax bimîne Gundiyên bêçare di zivistaneke sar û seqem de bi zehmetiyek pir mezin ku ji gundek dûr hatine bajêr cenazeyê dêya wî digrin û dibin gund Kurik namire Paşê nikarin werin bajêr û saxtiya wî jî bikin Lewra dêya wî di halê mirî de anîne bajêr bi eynî zehmetiyê jî cenaze birine gund Rûgeş li êtîmxaneyê mezin dibe Li vir tenê hîn dibe navê dê û bavê wî Kewê û Elî ye Êdî hedefa wî tenê dîtina dê û bavê xwe ye Rûgeş dixwîne dibe xwedî kar û şixul lê di her firsetê de gund bi gund li dê û bavê xwe digere