Lori
Wardoz Yayınevi
Lorî ew cure helbest in ku dayik li ser dergûşa zarokên xwe bi newayeka xweser dibêjin Lorî ku berhemên folklorî ne ji sebîyan ra dibin alîkar ku bi rehetî rakevin û bikevin xewa şîrîn Ji ber ku di strana lorîyan da ahengeka rîtmîk a newayî jî heye û dayik bi awayekî ji awayan mîna stranbêjan dilorînin pêdivîya muzîkalî ya sebîyan jî deruhte dikin Ayhan Meretowarî li gorî taqet û mecala xwe bi armanca ku giranî û girîngîya lorîyên me li ber çavên me raxe xebatek amade kirîye Wî di vê xebatê da ji gelek kesan lorî berhev kirine û tesnîfa wan kirîye