Luccetul Esrar
Peywend
Mele Camî xwe weha dide naskirin Cihê ji dayikbûna min Bajarokê Camê ye Peşkên qelema min jî dilopeke ji pîyaleya şeyx ûl İslam Ebdullahê Ensarî ye Bêguman di herdu wateyên di rojnameya eş ar de mexlesa min Camî ye Nureddînê Ebdurrehmanê kurê Nizameddînê Ehmedê kurê Muhammed El Camî razên wî muqeddes be Alim û şaireke Îranî û mensubê terîqeta Neqşebendî ye Mutesewif û şairê ku pitir bi leqeba Molla Camî tête naskirin Di 23 yê Şe banê 817 de 7 Çirîya paşin mijdar 1414 ê de li bajarokê Xarcirdê yê girêdayê Bajarê Cama Eyaleta Xoresanê hatîye dinê Çawa wî bi xwe di Qesîdeya bi navê Reşh î bal bi şerh î hal ku hemû serpêhatîyên wî têde diyar kirine û caxê Ebdurrehmanê Camî digehêje binemala alim îmamê muceddîdan warisê ilmê Nebî û Resûlan û îmamê didûyê Muhemmed Şeybanî di mezhebê îmamê E zem de ji erbabê ictîhadê yê mezintîrîne Dinava hemsalên xwe de jî ji alîyê teqwayê ve yê herî payebilind e