Maciriya Hemidiyeki Rojniviska Mela Mihemede Zilani
Nubihar Yayınları
Mela Mihemed di bîst saliya xwe de tevlî Alayên Hemîdiyê dibe Di bin emrê Kor Huseyn Paşayê Heyderî de çend salan li herêma Eledaxê dimîne Di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de li hemberî Artêşa Ûris li eniya Milazgirê şer dike Di dawiyê de alaya ku ew tê de têk diçe Û devera Gelîyê Zîlan jî tê de tevahiya Serhedê ji aliyê Artêşa Ûris ve tê dagirkirin Ji ber hindê ew û malbata xwe ber bi Başûr ve koç dike Rêwîtiya wî û malbata wî ji Erdîşê dest pê dike û li Entabê bi dawî dibe Ev kitêb bi mijara xwe gelekî girîng e Ji ber ku bi awayekî rojnivîskî behsa parçeyek koça Kurdan ya wan salan dike Mela Mihemed di reva xwe ya ji ber Artêşa Ûris de serpêhatî û hestên xwe bi helbestî nivîsandine