Mala Baz
Peywend
Rengê di nav rengan de Li qûleya me navê vî welatî welatê deng û bêj e tê gotin wê henga ew dengê xwe terbîye dikin pê re rihê wan jî terbîye dibe Ew welat hem dûrî me bû hem jî gellek nêz bû Me bihîstibû ku li wî welatî yekî şerê felekê kiriye xwestiye deftera sûc û gunehên felekê derxe meydanê Eşqek bi serê wî de hatiye hin hevalên me ji hukmê wê eşqê li cem xwe ji bo wî welatî dibêjin Welatê Destanan