MejelleKitap fiyat karşılaştırma

Masîyê Reş Î Biçûk — SEMED BEHRENGÎ

Masîyê Reş Î Biçûk
183,75
Öykü

Masîyê Reş Î Biçûk

SEMED BEHRENGÎ

Lis Yayınevi

1. baskıçev. Xalıs Xerzan
Kitap KağıdıKürtçe
Yaykoop

Masîyê Reş Î Biçûk

SEMED BEHRENGÎ

Masiyê reş î biçûk pirtûkeke zarokan e ku ji alê nivîskarê Îranî Semed Behrengî ve hatiye nivisandin Çîrok wekî ji sernavê wê jî diyar e qala masiyekî dike ku ligel diya xwe di rûbarekî de dijî lê rojekî ji bo dawiya rûbarê û li dinyayê çi heye çi tuneye bibîne terka dayik û jîngeha xwe dike Masiyê reş î biçûk hê gava ya di dilê wî de ye eşkere dike tûşî êrîşên masiyên din ên li hawirdor tê Ji ber ku ji yên din cuda ye û şik û gumanên xwe ji bo bîr û baweriyên wan ên bêbingeh tîne ziman Bi wî awayî masiyê reş dest bi rêwîtiyekî dike ku mijara hemû pirtûkê ye û li ser vê rêya xwe laqayî gelek hebûn rawir û bûyeran tê Têjikên beqan ku ji wan tirê dinya tenê ew gol e ku tê de dijîn henekên xwe masîyê reş dikin çima ku dibêje dinya ji wê golê gelek mezintir e kêvjala ku nêçîra beqan dike û dixwaze masiyê reş jî bixapîne gumgumoka alîkar ku xencereke ji giyayê çêkirî dide masiyê biçûk hin teyrên dirinde û tirsnak ku nêçîra masiyan dikin û hwd Çawa ku masîyê biçûk rêwîtiya xwe didomîne rûbara ku tê de ye mezin û fireh dibe û dibe çem ew çem jî digihe deryayê Her ku ji mala xwe dûr dibe talûkeyên dinayayê jî zêde dibin û dibe nêçîra gelek lawiran lê ew dev ji rêwîtiya xwe bernade Ji alê gelekan ve ev pirtûk weka alegorîyeke sîyasî tê nirxandin û beriya şoreşa Îranê ya di sala 1979 an de ji alê şah ve hatibû qedexe kirin Masiyê reş î biçûk ew kesan sembolîze dike ku çiqas xeternak be jî ji ya xwe nayên xwarê û didin pey xewn û xeyalên xwe Li hemberî wî masiyên din hene ku tiştê ji wan re tê gotin weka rastîyekî qebûl dikin û newêrin ji nav sînorên xwe derkevin Gava keravî masiyê reş î biçûk û hinek masiyên din bi nikûlê xwe zevt dike soza azadiyê dide masiyên din eger ku ew masiyê reş î biçûk bikujin Lê masiyê reş nîşanî wan dide ku nabe yek baweriya xwe bi soza sitemkarekî bîne û rizgarî û azadî ancax bi hev re bin û li ba hev tê bikoşin pêkan e ne ku êrîşî hev bikin Masiyê reş î biçûk hem bi wêrekiya xwe hem jî bi hiş û aqilê xwe dibe mînak hem ji bo masiyên din hem jî ji bo hemû xwandekarên pirtûkê çi biçûk çi mezin bin Di dawiya pirtûkê de çawa ku masiyê reş î biçûk digihîje armanca xwe û heta deryayê jî dibîne meriv jî tê wê encamê ku keys çiqas nexweş be jî hertim rêyek heye ji bo felatê û yek bawer bike her xewn û xeyal pêkan e