MejelleKitap fiyat karşılaştırma

Matmayînên Ronyayê — Lal Laleş

Matmayînên Ronyayê
12,00
Şiir

Matmayînên Ronyayê

Lal Laleş

Lis Yayınevi

20162. baskı64 sf.
Kitap KağıdıKurdî / Kürtçe
Yaykoop

Matmayînên Ronyayê

Lal Laleş

Sêyemîn pirtûka helbestan a helbestkar wergêr û weşanger Lal Laleş Matmayînên Ronyayê di nava weşanên Weşanxaneya Lîsê de derket Weşanxaneya Lîs a ku navenda wê li Amedê ye bi hûrbînî û dûrebînî bi xebatên xwe yên weşandin çapkirin û belavkirina berhemên bi Kurdî yên xwedî ast î curecur berdewam e Weşanxaneya Lîs a ku çi werger çi jî telîf wekî roman helbest çîrok lêkolîn û kurdzanî li jêr rêzên pirtûkan ên ciyawaz heta niha ji 150 yî zêdetir pirtûkên bi Kurdî çap û belav kirine bi heman perspektîfa weşangeriyê ji welêt ber bi cîhanê deriyên wêjeyî vedike ji cîhanê jî gelek berhemên nemir diyarî xwendevanên zimanê Kurdî dike Lal Laleşê 1975 Qoser Mêrdîn helbestkar wergêr û weşanger ê yek ji girîngtirîn endamên Nifşê Rewşenê yê xwediyê pirtûkên helbestan ên bi navê Berbejna Rê Weşanên Belkî Amed 2003 û Deqên Qesas Weşanên Lîs Amed 2009 ku çapên wan ên ewil qediyane piştî du salan bi helbestên xwe yên terr û teze yên li jêr navê Matmayînên Ronyayê derkete pêşberî xwendevanên xwe Ciyê baweriyê ku Lal Laleş bi qasî ku bi helbestkariya xwe ve di nûkirina zaravayê Kurmancî yê Kurdiya me de heta niha bûye xwedî roleke ku çênabe bê mandelkirin ew her wiha wergêrekî jêhatî ye yê ku heta niha berhemin ji Tirkî ji navên wekî Küçük İskender Ahmet Telli A Hicri İzgören li gel Yaqob Tilermenî Sema Kaygusuz Murathan Mungan li gel Îrfan Amîda Mehmet Çetin li gel Kawa Nemir Cuma Boynukara li gel Rêzan Tovjîn û Fehîm Işik û Yavuz Ekinci wergerandine Kurdî Matmayînên Ronyayê ya Lal Laleş dîwana ku bi hêz û şiyana dawerivandina Kurdî ve xwe li kûrahiyên zimên radikişîne movik bi movik kurt û bi Kurmancî bi pêş de tê ji 20 helbestên kurt ên ku bi lalî ya xwe dipeyivin pêk tê Ev helbest di nava qewareya xwe ya teng de naverokên berfireh radiçînin pevgirêdanên helbestî yên xef î qewîn li tevnê dixin û xwendevanê jîr û jêhatî di nava mîtosên çi gerdûnî çi jî kurdewarî re dibe pabendê qanûnên deqên helbestî yên ku di sercema xwe de dibêjin Ronya Qendîlê pêxe Bila fîlozofên mûsima salê tev termên newalê Bên ser sifreya Kurdistanê