Mecme a Xezelyatêd Şu erayêd Kurmancan
Peywend
Ev xebat digel ku li ser mecmû eyeke taybet hatibe kirin jî di esasê xwe de amanca vê kitêbê ji bo edebiyata kurdî ya klasîk diyarkirina qîmeta keşkûl û mecmû eyan e Ev kitêb bi hûrgilî nasandin tewsîf û transkirîpsiyona mecmû eyeke ji Koleksiyona Aleksandre Jaba ye ku li arşîva Zanîngeha Leningrad St Petersburg ê di bin hejmara Kurd 36ê de hatiye parastin Ev xebat ji sê beşan pêk hatiye Di beşa ewil de derbarê mecmû eyan de agahiyên giştî hatiye dayîn û giringiya wan hatiye pêşkêşkirin Di beşa duyan de behsa jiyan û hevkariya kedkarên vê mecmû eyê hatiye kirin ku yek ji wan Aleksandre Jaba 1803 1894 ye û yê din jî Mela Mehmûdê Bazîdî 1799 1867 ye Di beşa sêyan de ev mecmû eya ku bûye mijara vê xebatê bi awayekî hûrgilî hatiye nasandin û li gorî krîterên zanyariyên nusxeyan hatiye tesnîfkirin Di beşa çaran de jî derbarê rê û rêbaza amadekirina mecmû eyê de hin agahî hatine dayîn û ji bo ku bibe nimûne jî temamê mecmû eyê li dawiyê hatiye danîn Bi hêviya ku ev xebat giringiya keşkûl û mecmû eyan di edebiyata kurdî de bêtir derxe pêş û rê li ber xebatên akademîk ên li ser mecmû eyan veke