Melayiketa Dil
Lis Basın Yayın
dilê min dibijîya tendûra laşê te yê pêtî pê tîna xwe min dişikand dişikîya şembelîkên şeva şikeva li qeraxa êvarên tetirxanî xwekuştin dibû meleqof û dişemitî wê gavê ji ser birînên me yên xewarî wê carê cot caran min ji te hez dikir Mem Bawer di Melayîketa Dîl de pexşanhelbest ceribandîye Pirtûk ji nozdeh beşan pêk tê Ji hêmaya evînê dest pê dike û bi hêmaya mirinê bi dawî dibe A rast pirtûk bi tena serê xwe helbestek e Di pirtûkê de gelek hêma û teknîkên cuda hatine bikaranîn Mirov dikare bibêje ku helbestkar manîfestoya jîyana xwe bi rêya helbestê anîye zimên evîn zarokatî hezkirina welat acizî mirin bihuşt dojeh xweza mîtolojî dûrî û xeyal Her wiha helbestkar di vê pirtûkê de serî li peyvçêkerîyê jî daye