Mem Û Zîn Û Folklor
Peywend
Di dîroka gelek neteweyan da hinek kesayet hene ku rolên gelek mezin lîstine Piştî ku li vê dinyayê koç kirîne û çûne li pey xwe şopên gelek kûr û bibandor hîştine Ev cûre kesayetane xizmetên gelek giranbiha ji bo dîrok û civata mirovahiyê kirîne Şaristanî deyndarê ewan kesayetiyane ye Kesayetên ku hizr û ramaneke wan hebûye û rêçek destpê kirîne û karîne di dema xwe da bandorek mezin li ser civata xwe dayînin