Merıvên Reben
Avesta Yayınları
Dostoyevskî yekemîn nivîskarê êş û azara jiyanê ye Hunermend psîkolog humanîst û dilovan bi van nexşan yekî nola wî nehatiye û ne jî çûye Bi xwe jiyaneke tahl xizan bi êş û nexweşî buhurandiye Erd û asîman cin û perî çêyî û xirabî di jiyan û berhemên wî de li hev dipiçikin û hevdu dihûnin Gelek rexnegir û lêkolîneran li ser Dostoyevskî pir û pir tişt gotine û nivîsandine Ji van tiştan gelekî wan ji hev dûr û gelekî wan jî nêzîkî hev in Ji ber vê yekê ez ne bawer im ku bi nîgareke din û yeke din û yeke din jî meriv bikanibe ruh raman û felsefeya wî bidine famkirin Û ne dûrî aqilan e ku em bibêjin Dostoyevskî bi xwe jî nîgara êvîn û oldariya xwe dilovaniya ruhê xwe kurahiya felsefeya xwe nexş û hûnandina hunermendiya xwe bi lêv nekiriye û nikanibûye bike Dibe ku ev ji bo wî jî gelekî dijwar bûye Dostoyevskî bi xwendinê tê famkirinê lê dijwar e ku were katkirin