Mesnewiya Yusuf u Zuleyxaye — Selimiye Hizani

Mesnewiya Yusuf u Zuleyxaye
Selimiye HizaniNubihar Yayınları
Mesnewiya Yusuf u Zuleyxaye
Selimiye HizaniYûsuf û Zuleyxayê herçiqas zêdetir wek çîrokeke dînî edebî bête zanîn jî ew ji çîrokekê zêdetir e Lewra di vê serpêhatiyê de kodên muhîm ên hafizeya însaniyetê hene Ji ber wê yekê xwînerên vê çîrokê aşinayê wan kod motîf û epîzodên wê ne Çunkî ev çîroka çîrokeke hevpar e ku parçeyek çîroka herkesî di vê çîrokê de heye Loma jî ji edebiyatê heta resm û tiyatroyê ji huner heta îlahiyatê di gelek qadan de ev çîroka bûye mijara berhemên girîng Di edebiyata klasîk de jî cihê mesnewiyên Yûsuf û Zûleyxayê gelek girîng e ku şairên edebiyata klasîk wek armanc xwestine wê çîroka herî xweş yanî bi gotina Qur anê ehsen ul qeses ê binivîsin Di edebiyata mesnewiyê ya Rojhilatê de metnên li ser vê çîrokê cihek taybet digirin û numûneyên wê yên nivîskî gelek in Di edebiyata Kurdî de jî numûneya wê ya yekem metnê Selîmiyê Hîzanî ye Di vê xebata Ayhan Tek de çîroka Yûsuf û Zuleyxayê ji aliyê bingeha xwe ve digel tesîra wê ya edebî hatiye vekolan Digel transklîterasyona metnê mesnewiya Selîmiyê Hîzanî di vê xebatê de arkeolojiya çîroka Yûsuf û Zuleyxayê jî hatiye tehlîlkirin Bi vî şiklî bi giştî di edebiyata Rojhilatê de û bi taybetî jî di edebiyata Kurdî de ev çîroka hatiye vegotin Di vê xebatê de digel analîzeke berfireh edîsyon krîtîka Yûsuf û Zuleyxayê hatiye kirin Bi vî şiklî dê xwendevan û lêkolîner bikaribin li ser vê çîrokê ferqên nusxeyan û serencama berhemeke klasîk ya di destxetan de mabû bibînin

Nubihar Yayınları
Yûsuf û Zuleyxayê herçiqas zêdetir wek çîrokeke dînî edebî bête zanîn jî ew ji çîrokekê zêdetir e Lewra di vê serpêhatiyê de kodên muhîm ên hafizeya însaniyetê hene Ji ber wê yekê xwînerên vê çîrokê aşinayê wan kod motîf û epîzodên wê ne Çunkî ev çîroka çîrokeke hevpar e ku parçeyek çîroka herkesî di vê çîrokê de heye Loma jî ji edebiyatê heta resm û tiyatroyê ji huner heta îlahiyatê di gelek qadan de ev çîroka bûye mijara berhemên girîng Di edebiyata klasîk de jî cihê mesnewiyên Yûsuf û Zûleyxayê gelek girîng e ku şairên edebiyata klasîk wek armanc xwestine wê çîroka herî xweş yanî bi gotina Qur anê ehsen ul qeses ê binivîsin Di edebiyata mesnewiyê ya Rojhilatê de metnên li ser vê çîrokê cihek taybet digirin û numûneyên wê yên nivîskî gelek in Di edebiyata Kurdî de jî numûneya wê ya yekem metnê Selîmiyê Hîzanî ye Di vê xebata Ayhan Tek de çîroka Yûsuf û Zuleyxayê ji aliyê bingeha xwe ve digel tesîra wê ya edebî hatiye vekolan Digel transklîterasyona metnê mesnewiya Selîmiyê Hîzanî di vê xebatê de arkeolojiya çîroka Yûsuf û Zuleyxayê jî hatiye tehlîlkirin Bi vî şiklî bi giştî di edebiyata Rojhilatê de û bi taybetî jî di edebiyata Kurdî de ev çîroka hatiye vegotin Di vê xebatê de digel analîzeke berfireh edîsyon krîtîka Yûsuf û Zuleyxayê hatiye kirin Bi vî şiklî dê xwendevan û lêkolîner bikaribin li ser vê çîrokê ferqên nusxeyan û serencama berhemeke klasîk ya di destxetan de mabû bibînin