Mêşo
Payiz Yayınları
Te tim ceriband Tu tim têk çû Biraqe Dîsa biceribîne Dîsa têk biçe Hîna baştir xweşiktir têk biçe Samuel Beckett Lê hîna jî ji xew ranedibû girêza ji devê wî diherikî ser behlîf û doşekê xerîteyeke kufikî nexşandibû Te digot qey ketiye xewa mirinê Mêşan li ser pozê wî dikirin vingeving her carê mêşekê xwe datanî ser pozê wî û pê vedida û wî jî her carê di tewşiya xewê de pozê xwe dixurand Sehneya mêşê gelek caran wiha dubare dibû Tibabek mêş li ser serê wî civiyabûn xwe li şelteya kesixî ya ku bêhna mîzê jê dihat girtibûn