Metheloken Hezrete Sileman
Kolektif
Avesta Yayınları
Ev in hêj Methelokên Silêman yê ko bi destê peyayê Ezekiyas Qralê Cuhistanê hatine berhev kirin Mezinahiya Xwedê veşartina tişta ye lê mezinahiya qrala kifşkirina wan e Ezman bilind in erd kûr e û qesda dilê Qralan na yên seh kirin Kefên zîvî jê hilîne ji bona zîvker guldankek derdikeve Ji tenişta Mîra mirovên xerab hilîne pê textê wî bi edaletê qaim dibe Di dîwana Mîran de me keve pêşiyê û cihê mezinan me gire Çêtir e ko ji te re bête gotin were hilkêşe jor û ne ko di pêşiya qral de qedrê te bête şkênandin û tu wê bi çavê xwe bibînî Bê giranî me be dawadarê tiştekî ma heke qedrê te hate şkênandin tu ê çi bikî Bi xelkê re doz û dawa xwe bike lê veşartiya mirovekî din eşkere me ke Bide eqlê xwe yê ko bihîstiye heye ko lewman dike te û navê te dikare pê di nav xelkê de kêmqedir bibe Gotineke bi rê mîna sêveke zêrîn li ser firaxeke zîv e Tekdîrên mirovekî hikmetdar ji bona guhên hişyar weke guhar û gerdeniyine zêrîn in