Mewlûda Nebî
Lis Yayınevi
Em bidin hemdê Xwedê ey Musilman Daye me peyxemberê axir zeman Ew Xudayê go hîdayet daye me Nî meta xweş dînê Îslam daye me Nî meta ji her nî meta xweştir ev e Minneta ji her minnetê mestir ev e Ji Mewlûda Nebî ya Şêx Mihemed Emîn Heyderî SeydaMihemed Emînê Heyderîdi sala 1927 an de di rojeke Duşemê de li banga nimêja sibehê li gundêKelehê yêgirêdayî Nisêbînê hatiye dinyayê Bavê wî alim û şairê bi navêEdîb Mela Ehmedê Heyderîye Mela Ehmedê Heyderî bi xwe ji hêla Wan û Bazîdê ji eşîra Asîyan e Li gor kesên ku di dema wî de jîyane Mela Ehmed di edebîyat û ilimê sofîgerîyê de û di şiira dîwanê de alimekî şareza bû Ji bilî vê mewlûda hêja SeydaMihemed Emînê Heyderîxwedî gelek berhemên din ên berketî ye mîna Eqîda Îmanê Mewlûda Nebî ya bi zimanê Erebî Dîwana Qesîdeyan û berhemeke din a bi zimanê Erebî ya bi navê Werd ul Etfal e Di vê mewlûda giranbiha de seydaMihemed Emînê Heyderîpesin û senayên di der barê Misilmanî û hezretî Mihemed de bi seng û qafîyeyeke cihêreng û balkêş dixwîne Civaka Kurd a ku di gelek warên Misilmanîyê de biqisûr maye û her di bin bandora zimanê Erebî de maye bi vê xebata hêja kirasekî Kurdewar li sofîgerîya Kurdî kiriye û derî li pêş Kurdan vekiriye ku rêûresimên xwe yên olî bi zimanê xwe bidin meşandin û xwe bi zimanê xwe nêzî Xwedayê pak û dilovan bikin