Mewlûda Pêxember
Peywend
Li milê din hestên bawermendiyê çiqas berê wî dabe nivîsîna mewlûdê jî Tîrêj hêmanên şoreşgerî û çepgîriyê jî veguhastiye nav kevneşopiyê Di Mewlûda Seyda de serekên Mekkeyê kolejar in ev têgeh hişmendiya çînî dide nîşan û li gor Mewlûdê ciyê wî di dîn de tueye Di ola me de qet ne hin kolejar Ne hin cirîtî hem ne hin bendewar Tîrêj cilekî olî li bejna wekhevî û redda nijadperestiyê dike ku du prensibên girîng ên îdeolojiya çepgir in û wan bi baweriya îslamê ve girê dide Mirovên reş û gewr hemî wek hev in Ji yek dê bav in hemî yek reh in Û Tîrêj ciyekî taybet dide xutbeya xatirxwestinê û wê wek peymaneke wekheviyê înşa dike Ne kesra me îro ne jî qeyser im Ne xaqan û şah im ne jî begler im