Mêzîn
Na Yayınları / Weşanen Na
Çavê wî wekî daristanekê bû te dî daristaneke ku ez jî di nav de û dora wê çîtkirî em nêzî hev bûn bêyî em di ferqê de bin wekî şivek terr ku tu bitewîne û gava tu berde dîsa bê hev ne min çavên xwe kurkutandin ne wî em wilo mabûn sekinî ji jêr ve serê tiliyên me gihan hev destê min e nitî min destê xwe li destê wî şidand xwe avêt bergeha bîbikên wî û min cardin xwe dî çavên me nêzî hev bûn çavek bû du çav pehn û dirêj bûn bêvil ket nav di nav birhan de çavekî din çêbû bûn sisê hilma gere li ser rûyê min dev vebûn ê me her duyan lêv wekî masiyê ji avê derketî û li bersikratê çûn û hatin bi hêdî ketin nav hev lêvawî î jêr di neqeba lêvên min de a min î jor di nav ên wî de bêhna pozan diran di binê lêvan de gincirîn wek libek tiriyê sibehê berî ku tav bidiyê hênik serê zimanan giha hev bê peyv kerrînî bi guhan ket dil kutkutî bêhn qutqutî hiş tevlihev serê me hinekî vekişiya ez gêj bûm xweşiyekê xwe li min danî weke nîvsermestiya şerabê a qedeha ewilî me bi hev re deriyê çavan li hev girt me hevdu dîl girt Mijank bûn wek pelên daran me sitra û me nema xwe dî