Miradê Kinê Jiyan Huner Û Stranên Wî
Nubihar Yayınları
Herêma Torê ciyê dîn milet û şaristaniyan e herwiha cî û warê çanda Kurdan e jî Yek ji hozanên me yê din ava vê pirrengiya çanda dewlemend de gihiştî Miradê Kinê ye Ew bi navê Miradê Kinê Mirado û bi leqeba Mîrê Ribabê tê naskirin Bi eslê xwe ji navçeya Kerborana Mêrdînê ye Miradê Kinê hunermendekî dualî ye hem stranên kêf û dawetan gotine hem ji yên dengbêjiyê Stranên kêf û dawetan bi wezn û aheng yên dengbêjiyê jî bi awaz û bi şewat gotine Wî bi vê dualîtiya xwe geh dile xelqê xemgîn kiriye geh jî şengîn kiriye Wî di muzîka Kurdî de digel awaz û şêwaza xwe bi ribaba xwe jî reng û tarzeke nû û ciyawaz afirandiye ku niha jî gelek hunermend li ser tarza wî stranan dibêjin Miradê Kinê hem gula dîwan û cıvatan hem jî bulbulê dawetan bû Li herêma Torê hunermendê ku herî zede ji bo dawetan dihate vexwandin û hezkirin ew bû Vêca ev kitêba li ber destê w eli ser Miradê Kinê ye Ji du birrên sereke pêk tê Birrê yekem lêkolîn e li ser jiyana Miradê Kinê û stranên wî birrê duyem jî deşîfrasyona 116 stranên wî ye