Mîrektiya Bitlîsê Di Ewra Evdal Xan De 1618 1664
Nubihar Yayınları
Çawa ku Mele Mehmûdê Bazîdê jî behsê dike Dijmin dema ku êrîşê Kurdistanê bikira divê pêşiyê Mîrektiya Bitlîsê dagir bikira Ji ber ku Bitlîs deriyê Kurdistanê bûye Di dîroka Bitlîsê de ji malbata Şerefxaniyan dewra Evdal Xan jî serdema zêrîn ya Mîrektiya Bitlîsê ye Evdal Xan di demeke kurt de bajarê ku di navbera du Împaratoriyên cîhanî de Osmanî Sefewî mabû û bûbû qada şeran kiribû qonaxeke şaristaniyê