Mîrxas
Aryen Yayınları
Şeveke payîzê bû Hewa sayî bû Di bin ezmanê bi stêrkan giranbûyî de gundê Mîrxasê vegeriyabû reşahiyeke bêtevger Ne dengek mabû ji gund ne jî çirûskek ji ronahiya paceyan Dûyê çend sobeyên ku hêj dişixulîn bi rengekî gewr ber bi nava şevê ve dirêj dibû û piştre li ber bayê belav dibû Bêdengiyeke ku bi giraniya şevê tîr bûbû li ser reşahiya şevê rûniştibû Kûçikê mala Koçer carinan bi ewtîna xwe ev bêdengî diqelişand lê hêza dengê wî têra jiholêrakirina bêdengiyê nedikir Di nava vê bêdengiyê de şevê di hembêza xwe de tevgereke biraz vedişart Ji xeynî Enoyê Dîn haya kesî ji vê yekê tune bû Eno xwe di tariya goşeyê dîwarê mala Xalîs de telandibû û şev û tevgera di nava şevê de guhdarî dikir Ev şev şeveke ji rêzê nebû ew bi çalakiyeke resen ducanî bû Zayîna şevê dê ji bo dîroka gund çi bianiya Enoyê Dîn jî tê de kesî pê nizanîbû