Mohra Reş
Lis Basın Yayın
Mohra Reş erda helbestê etlesa ruhê vê axê bîra dilistana xwe gav bi gav rêş dike û dilop bi dilop bi xwîna şîn ya ji vir heta bihûşta esmanan mîna gêrestûnekê hemû rengên Rojê di xwe de parzinandî nîgar dike Helbestvan hest û dilê xwe bi xwîna helbestê diçîne li qeraçên Qerejdaxê li dû şûnpê û şîpên dîroka dûredirêj a çîroka xwînê Helbestvan mohra xwe bi Kurmancîya tîr û pehtî ya reş li deftera helbestê dixe û berê xwe dide ber pesarên helbesteke pehtî ya têravî rehdakişîyayî aza û heta bêjî germ û ji milkê dilî