Monologen Evinen Kedikıri
Lis Basın Yayın
pirî caran porê te yê gijolî tê mîna pisîkekê vedizele û tilîkên min ên hişkelokî difirikînin firkên pişta porê te Monologên Evînên Kedîkirî pirtûka yekem a Mem Bawer e Pirtûk ji sê beşan pêk tê Xewna helbestên bêmejî Xewna mejîyên bêhelbest û Bêmejîbûna helbestê Helbestkar monologên binhişê xwe bi rêya helbestê anîye zimên Di beşa pêşî de piranî helbestên tekane hene û bi tenê li ser mijarekê hatine nivîsîn Mem Bawer di beşa duyem de piranî pexşanhelbestên xwe bi cî kiriye û helbestên vê beşê bêtir li ser bingeha monologên jîyana civakî hatine afirandin Di beşa sêyem de jî bi hin teknîkên cuda helbestên xwe nivîsîne Pirtûk hem derîyekî hesteyar li hemberî mirovan vedike hem jî dike ku xwendeyên helbestê li monologên jîyana xwe ya veşartî mikur bên û ew hestên wan li ser zimanê wan bibe dîyalogên jîyana wan