Nakokî
Nando Yayınları
Çîrokên gel ji heqîqetên gel pêk tê Ji berhevkirina wan re çavdêrîyeke bibaldarî divê Çetin Lodi weke folklorvanekî bi xebat û serpêhatîyên xwe yên duvdirêj ev gotin û çîrok berhev kirine Lodi Nakokî ji gotin serpêhatî û çîrokên cih û kes û bûyerên curbicur pêk anîye Di her yekê de geh ders û hikmet geh ken û henek geh fikr u heqiqetên li ser mijarên cuda vegotiye Disa bi her gotin û çîrokê re bi çirokbêjiya resen a gel û bi şêwazê vebêjerîya xwe ya taybet xwestiye aliyekî derûnîya kesan û rewşa civakê û nakokiyên di nava wan de bide nişan