Nameyek Ji Xwede Re — Yunus Eroğlu

Nameyek Ji Xwede Re
Yunus EroğluLis Basın Yayın

Lis Basın Yayın
Mezintirîn a li Zanîngeha Sermîşar û yek ji mezintirînên li bajarê Sermîşar dara kestaneyan a li hewşa teng û biçûk a beşa matematîkê bi pelkeên barana ku ji nişka ve dayê re dengê xuşîniyeke wek a agirê ku tu xwê bavêjiyê bi kirasê xwe yî zerhimî xist Çivîken li nav şax û çuqlên wê veniştî silikîn bo cara dawîn bi çavên zawa li wî berê topikî û bi sîxikên tûj ê vê dara bi heybet ku li erdê ji nêvi de bûbûn nerîn nerîn herê bexêm loma tu jî dixwazî bi çivîkekî bî bi firê ketin bi per û firanekiya xwe dilopen gir gelaştin û hûrik hûrik seridandin ji naverasta ezmanê ku li pişta xwe kirin û birin

Lis Yayınevi
Nivîskar û wergêr Yunus Eroglu Ciwanmerd Kulek bi yekem romana xwe Nameyek Ji Xwedê Re îspat kir ku pêşgotina Berxê çê ji berkozê diyar e şaş nehatiye gotin Yunus Eroglu Ciwanmerd Kulekê ku ji wêjeya cîhanê wergerên hêja bo zimanê Kurdî dike kelecana xwe ya edebiyatê di vê romanê de raxistiye pêş xwendevanan Nameyek ji xwe re Nameyek ji mirêkê re Nameyek ji birayê min re Nameyek ji kevnikfiroşî re di nav de ji panzdeh beşan pêk tê romana Eroglu Nameyek Ji Xwedê Re ya ku di 2007an de nivîskarê xwe bi edebiyata Kurdan nasîn di nav romanên ku Kulek piştî wê nivîsandin de jî bi bawerî û cesareta ciwaniyê di cîhekî cuda de ye Nivîskarê ciwan Yunus Eroglu Ciwanmerd Kulek di Nameyek Ji Xwedê Re de bi gotina wî A nebûyî dike û şêweyeke nû diceribîne Çawa ku bi gotina nivîskêr Qalkirina rojekê ji jiyîna wê zor û zehmettir e xwendina vê yekem romana serkeftî jî ji ya gelek pirtûkên ku qada wêjeya Kurdî dagir kirine bêhtir ked û balê dixwaze