MejelleKitap fiyat karşılaştırma

Nasandina Kevneşopen Ezdiyate 2 — Kemal Tolan

Nasandina Kevneşopen Ezdiyate 2
205,00
Kürt Edebiyatı

Nasandina Kevneşopen Ezdiyate 2

Kemal Tolan

Peri Yayınları

Eylül 2006415 sf.
Ekin KitapEn ucuz

Nasandina Kevneşopen Ezdiyate 2

Kemal Tolan

Kemal Tolan di sala 1955 de li gunde Şimze ye ku girdayı navça Beşeri Batmane ye ji dayik u bave xwe ye Ezdı re buye Perwedeya xwe ya seretayı li gunde Şimze ya navın li navçeya Bişeri ye Ji ber ku di wexte perwerdeya dibistana navın de neheqiya nenasına Ezdıyatıye le dibe ew nikare di herema wilayeta serte de here Lıse Gymnasium e bixwıne Ew ji ber zilm u zora dını direve diçe li Weranşehıre perwerdeya Lise Gymnasium e diqedın e Paş perwerda lıseye di sala 1976 an de diçe Almaniya ye bajere Celle Dema ku hatiye Celle hinge piraniya karkeren Ezdıyan yen ku beri wı ku hatine Almanıyaye haj ji pirsgireken civata xwe tunebun e Kemal Tolan bi çend hevalen xwe re rewşa civaka xwe bi aost u nasen re dide nasandin u di sala 1976 de Komeleya karkeren ji Tirkiye hatine li bajare Celle didine damezirandin Di sala 1981 an de li bajare Oldenburg e de dest bi kare wergerıya zimane Kurdı Tirki u almanı dike Kemal Tolan yek ji endamen redaksiyona Kovara Denge Ezidıyan kevn e u damezeren Komela Çande dine Ezıdı ya ku di sala 1994 de li bajare Oldenburge hatiye damezirandin e Mamoste Kemal Tolan ji sala 1995 an vir ve weke dozent u dırektore kursa ferbuna zimane Almanı derse dide ber xeriben ku li kampa bajare Oldenburg e dimınin Ewi Diploma xwe ya ji bo perwerda Methodik u Dıdaktıke zimane Almanı ji Goethe Instıtuta Münchene girtiye Ji ber kar u tecruba dersen dayı kasset u kitebeke bi nave Bi xera dialoga ferbuna zimane almanı hesantir dibe bi zimane almanı weşandine Dozente Kurd di destpeka sala 1997 de qurseke ferbuna axaftin xwandin u nivısandina bi Kurdı li bijare Oldenburge vekıriye Di sala 2000 de li gorıya derfeten xwe pirtukeke Hebun u Tunebuna Ezdiyan Tev Romanen Zindı ne bi zimane Kurdı kurmancı u jı bo weşanen Denge Ezıdıyan li Çapxana Druckzentrum der Carl von Ossietzky Universitat Oldenburg berhevkiriye Mamoste u nivıskare Ezdi heta neha ji bo ku Ezdi jı karibin xwe bi rexistin bikin yanı jı jıyana xwe ye nu fehm bikin dahin u standinen xwe yen bi nivşen nu re zedebikin karibin dınhebandina Ezdiyan zeximbikin u bbidine naskirin qewl duha u zargoten xwe tomarkin kultura netewi bi taybetı jı xwendin nivısandin u axaftina bi zimane zikmakı biparrezin u bi revebiren li Lalişa nuranı Meclisa ruhanıyen Ezdıyan u bi hemu ilimdar dırokzane nas xerıben dosten Ezdiyatıye re xurttir bikin u hwd gelek gotar u lekolınen nivısandine u ev tevjı di gelek malper rojname u kovaren Kurd u Ezdıyan de hatine belakirin Kemal Tolan zewiciye u bave se kur u du keçan e Ew hajı peywendıyen xwe li der u dora xwe de di nava hinek rexistin u dezhegen Alman u bıyanıyan de berdewam dike u bi taybet jı li ser peşxistin u naskirina dırok u kevneşopen Ezdıyatıye dinivızine

Ekin Kitap
287,00

Na Yayınları

2022274 sf.
Ekin Kitap

Her çiqas dîroka Êzîdiyan dîrokeke kevnar be jî di derbarê Êzîdi yatiyê de û di derbarê Êzîdiyan de kêm pirtûk hatine nivîsîn û her wiha lêkolîn ji kêm in Pirtûkên hatîn nivîsîn jî nivîskarên wan ne Êzîdî bûne Ew nivîskar yan lêkolînvanên biyanî bûn e yan jî kesên misilman bûne Yanî wan bi xwe Êzîdî û Êzîdiyatî baş nizanbûne û ji ber vê gelek caran agahiyên nerast nivîsine Xemxwarê Êzîdiyan Kemal Tolan yek ji wan kesên yekemîne ku we ke nivîskarekî Êzîdî bi awayekî zanistî lêkolîn li ser Êzîdiyan kiriye û ew agahî di pirtûkan de weşandiye Bi dehan salan e ew pirtûkan li ser Êzîdiyan dinivîse ta ku çand dîrok irf û edetên Êzîdiyan winda nebin Bê gûman ev pirtûka Kemal Tolan jî wê bibe bersivek ji bo hemû pirsên li ser Êzîdiyan û Êzîdîyatiyê Em ji bo vê berhema pak sipasiyên xwe ji nivîskar û weşanxaneyê re dikin em kêfxweşin ku piştgiriyê vê pirtûkê ne

Nobel Kitap
315,00

Na Yayınları

2022274 sf.
Nobel Kitap

Her çiqas dîroka Êzîdiyan dîrokeke kevnar be jî di derbarê Êzîdi yatiyê de û di derbarê Êzîdiyan de kêm pirtûk hatine nivîsîn û her wiha lêkolîn ji kêm in Pirtûkên hatîn nivîsîn jî nivîskarên wan ne Êzîdî bûne Ew nivîskar yan lêkolînvanên biyanî bûn e yan jî kesên misilman bûne Yanî wan bi xwe Êzîdî û Êzîdiyatî baş nizanbûne û ji ber vê gelek caran agahiyên nerast nivîsine Xemxwarê Êzîdiyan Kemal Tolan yek ji wan kesên yekemîne ku we ke nivîskarekî Êzîdî bi awayekî zanistî lêkolîn li ser Êzîdiyan kiriye û ew agahî di pirtûkan de weşandiye Bi dehan salan e ew pirtûkan li ser Êzîdiyan dinivîse ta ku çand dîrok irf û edetên Êzîdiyan winda nebin Bê gûman ev pirtûka Kemal Tolan jî wê bibe bersivek ji bo hemû pirsên li ser Êzîdiyan û Êzîdîyatiyê Em ji bo vê berhema pak sipasiyên xwe ji nivîskar û weşanxaneyê re dikin em kêfxweşin ku piştgiriyê vê pirtûkê ne

Ekin Kitap
451,00

Na Yayınları

2022496 sf.
Ekin Kitap

Xwandevanên hêja gava miletek bixwaze kultur û çanda xwe baş nasbike û wê bişopîne divê berî her tiştî ji dîrok û kevneşopên sed û hed irf û adet rê û resm ên bav kalên xwe sûd werbigre wan pêşva bibe Bi dîtina min kevneşop weke kakilê çanda kevn û nû ye bo wî gere meriv berî her tiştî li bawerî îd cejn dawet çebûn kirasguhurîn mirin serxwebûn serkevtin û whd ê re xwedî derkeve Em dibînin hemû milet bi xêra irf û adetan hezkirin hevgirtin û naskirina kultura xwe mezin dibe Gelek xwandevan jî dizanin ku di Kurdîstanê de jiyana me Êzdiyan ji jiyana gel û olên dinê pir cûda bû Piraniya dîroknasên di nava desthilhildariya dagirkerên welatê me de rewş û dîroka me bi hemdê xwe nerast û ne objektiv dane xwanê Neheqî û bêbextiya gelek dîroknasan ewe ku ewan di berhem dokument û şîrovên xwe de li goriya berjivendî û nêrînên hukumdaran bahsa dîrok û kevneşopên me Êzdiyan kirine Ji xwe ji ber van çewtiyên dîrokê hêjî qanû nên dewlatên dagirker û baweriyên nijadperestan bi hevre nahêlin şopa netew û çande kevneşopên me Kurden resen bêne dîtin Wekî dinê em dizanin bav kalên me Êzdiyan ji ber destê zilm û zora padîşah sultan paşa mîr beg walî axa jendirme nijadpe rest paşverû û berpirsyarên hemû balyozxanên dewletên metîngehkar nikarîbûne xwe di nava herêm û welatê xwe de azad bidine na sandin an jî bi der û dora xwe re bikevine nava pêywendiyên fireh Ji xwe ji ber wan kêmasî û neheqiyên di dîroka me de gelek cûdatî û nezanî jî ketiye nava kultura me Kurd û Êzdiyan Ez bawerim êdî kes ji me jî hew dikare temamiya mahne û giringiya kevneşopên Kurdên resen û haveynê mirovatiya li Mezopotami yayê bîne ser ziman Bi dîtina min weke ku di gelek qewl û duayên me de jî tê gotin Însan ji nûra Xwedê çêbuye û qewlbêj ilimdarên me dibêjin ola Êzdiyatiyê oleke semaviye û bawerdikim ku baweriya me vê ga hêjî gelek girêdanên di navbera Xwedanên esmanî û xwezayî tabîatê nê de rast diyar dikin Her weha dibêjim tû beşerî Êzdiyatî ne afirandiye baweriya hebûna buhuşt û dojê di Êzdiyatiya dema berî Şêx Adî de tûne buye lewmaye Êzdî hêjî dibêjin ruhê însan namire ji xeynî çend mişêwrên xwedî ocaxa pêve wekî dinê tû kitabên me ye ku muqades bin tûne ne û kesek nikare bibêje ka ola Êzdiyatiyê kengî hatiye afirandin an jî hew dikare tevaya kevneşopên Êzdiyatiyê şîrove bike Divê em Êzdî van bingeh û rastiyên mîtolojiya xwe qebulbikin û ji bîra nekin dijmin nijadperest û gelek oldarên paşwerû îro hêjî he bûna ola me nasnakin mezel gor ên miriyên me didine vekirin û hêjî agehdariyên çewt li ser kevneşopên dînê Kurda yê herî kevn ku Êzdiyatî yê têne belakirin Gelek ji me an jî dê û bavên me Êzdiyan hêjî bi xêra van kevneşopên kevn netewiya xwe diparêzin û geleka ji me bi xêra hêjayên dînê Êzdî ev rumet maf û îmkanên rûniştina li Ewrûpa yê bi dest xistine Gava bav kalên me Êzdiyan ev wêje mîtolojî foloklor û kevneşopên me Kurdan ne parastina dê çande û wêja Kurdî jî weha mezin ne mana Kevneşop û zargotina me Êzdiyan hêjî di xizmeta xwedîkirin û pêşxistina çanda netewî de ne Lewma dibêjim ne raste ku em timî dîroknas ilimdar oldar dê û bavên xwe seba kêmasiyên ketine nav dîroka me sucdar bikin Bi dîtina min îro ji me jî gelek tişt têne xwastin û divê em ji her demê bêtir alîkariyê bi rêxistin û tifaqên di nava civak û netewa xwe de bikin Tiştê di vî warî de bikeve ser milên min ezê jî weke gelek ni vîskar û lêkolînvanên Êzdiyan li gorî Êzdî nasîn nêrîn zanîn û îm kanên xwe timî li ser wê derya bîr û bawerên kevneşopên me Êzdiyan û li ser kevnariya dîrok ziman û wêjeya Kurdî binivsînim Ez ji xwe re dibêjim ev karê min ji bo nasîn û pêşvebirina wê derya kevneşopên me ye Kurdî erkekî gelekî piçûke Ji xwe gelek ji we xwandevanên hêja jî min nasdikin û dizanin ku min Êzdiyatî nasîna xwe tev ne ji ber baweriya civak û malbata xwe naskiriye Ez bi xwe ji malbateke mirîda me û ne oldarekî ilimdar im Veca ji ber van kêmasiyên heyî lêkolînên ku niha têne belakirin jî bêkêmasî çê nabin Ji xwe hûn dizanin gelek ji van lêkolîn û nêrînen ku min di vê pirtûkê de komkirine ne yên min in û axleb ji wan jî di kovar rojname û malperên cur be cur de hatine weşandin Heta ji min hatiye min cîh xwediyê nivîs nêrîn û lêkolînan kifşkirine Min ji ber baweriya xwe û kevnariya dîroka ola me ne xwast wan kêmasiyên di gotin û nivîsa qewlan de hene li goriya zanîna xwe bi tenê serrerast bikim Wekî dinê eger hinek kêmasî ketibine nava şîrove nêrîn û zanînan ev ne bi hemda min in û ez ji niha ve lêbohurîna xwe ji we her kesî dixwazim

Nobel Kitap
495,00

Na Yayınları

2022496 sf.
Nobel Kitap

Xwandevanên hêja gava miletek bixwaze kultur û çanda xwe baş nasbike û wê bişopîne divê berî her tiştî ji dîrok û kevneşopên sed û hed irf û adet rê û resm ên bav kalên xwe sûd werbigre wan pêşva bibe Bi dîtina min kevneşop weke kakilê çanda kevn û nû ye bo wî gere meriv berî her tiştî li bawerî îd cejn dawet çebûn kirasguhurîn mirin serxwebûn serkevtin û whd ê re xwedî derkeve Em dibînin hemû milet bi xêra irf û adetan hezkirin hevgirtin û naskirina kultura xwe mezin dibe Gelek xwandevan jî dizanin ku di Kurdîstanê de jiyana me Êzdiyan ji jiyana gel û olên dinê pir cûda bû Piraniya dîroknasên di nava desthilhildariya dagirkerên welatê me de rewş û dîroka me bi hemdê xwe nerast û ne objektiv dane xwanê Neheqî û bêbextiya gelek dîroknasan ewe ku ewan di berhem dokument û şîrovên xwe de li goriya berjivendî û nêrînên hukumdaran bahsa dîrok û kevneşopên me Êzdiyan kirine Ji xwe ji ber van çewtiyên dîrokê hêjî qanû nên dewlatên dagirker û baweriyên nijadperestan bi hevre nahêlin şopa netew û çande kevneşopên me Kurden resen bêne dîtin Wekî dinê em dizanin bav kalên me Êzdiyan ji ber destê zilm ûzora padîşah sultan paşa mîr beg walî axa jendirme nijadperest paşverû û berpirsyarên hemû balyozxanên dewletên metîngehkar nikarîbûne xwe di nava herêm û welatê xwe de azad bidine na sandin an jî bi der û dora xwe re bikevine nava pêywendiyên fireh Ji xwe ji ber wan kêmasî û neheqiyên di dîroka me de gelek cûdatî û nezanî jî ketiye nava kultura me Kurd û Êzdiyan Ez bawerim êdî kes ji me jî hew dikare temamiya mahne û giringiya kevneşopên Kurdên resen û haveynê mirovatiya li Mezopotami yayê bîne ser ziman Bi dîtina min weke ku di gelek qewl û duayên me de jî tê gotin Însan ji nûra Xwedê çêbuye û qewlbêj ilimdarên me dibêjin ola Êzdiyatiyê oleke semaviye û bawerdikim ku baweriya me vê ga hêjî gelek girêdanên di navbera Xwedanên esmanî û xwezayî tabîatê nê de rast diyar dikin Her weha dibêjim tû beşerî Êzdiyatî ne afirandiye