Nasname Û Pırsgırêka Nasyonalîzma Kurd
Peywend
Ji dema çapa yekem a Peywendariya Kurdî û Doza Nasyonalîzma Kurd hatiye weşandin heta niha gelek kesan daxwaza çapa wê ya duyem dikin her wiha daxwaza teksta çapkirî ya semînerên din jî dikin ku hinek jê videoyên wan semîneran dîtine û dixwazin bi nivîskî di destê wan de hebe Ji ber wê biryar hat dayîn ev pênc semînerên han ku her yek ji wan peywendiyên taybetî di demeke taybetî û li cihekî din de hatibûn pêşkêşkirin têkin nav cildekê û bên weşandin Ya li vir ez gotina wê pêwist dizanim ev e ku ez sipasiyeke tijî bi dilê hevbîriya hêja û evîndarî li Sîrwanê Kawîs dikim ku ji bilî semînerên din ên Peywendariya Kurdî û Doza Nasyonalîzmê hemî semînerên din xistin ser komputûrê û ji bo weşandinê amade kirin Ji bilî vê fikra berhevkirina berhemên hatine weşandin û yên nehatine weşandin ji destpêkê ve her pêşniyara wî bû ku bi wî dilê dilsoziyê erkê giran yê amadekirina ji bo çapê kir ser milê xwe Her wiha sipasê hevbîrên hêja û delal yên Cewadê Mela û Doktor Aştî dikim ku xema derbazê ser kombutûrê ya Peywendariya Kurdî û Doza Nasyonalîzma Kurdî xwarin Bingehê Kurdnameyê jî ku destkirê hevbîr Cewadê Mela ye erkê çapê û weşandina wê girt ser milê xwe Ez hêvîdar im vî karî xizmetek ji bo rewşenbîriya kurdî pêk anîbe Berlîn 16 03 2000 Cemal Nebez