Navê Te Dınıvîsım Azadî
Helin
Li ser hemû rûpelên xwendî Li ser hemû rûpelên spî Kevir xwîn kaxez an jî arî Navê te dinivîsim AZADÎ Şi ra navdar a Paul Éluard Azadî bi Kurdî çap bû Azadî yek ji şi rê herî navdar a sedsala 20an e Di Şerê Cîhanê ê Duyemîn de balafirên ingilîzan bi dehezaran nisxeyên vê şi rê avêtibûn ser Fransaya di şer de Liberté ji fransî bo Kurdî ji aliyê Sacha Ilitch ve hatiye wergerandin Resamê kurd Ziya Aydin wêneyên wê çêkirine
Helin Yayınları
Şi ra navdar a Paul Éluard Azadî bi kurdî çap bû Azadî yek ji şi rê herî navdar a sedsala 20an e Di Şerê Cîhanê ê Duyemîn de balafirên ingilîzan bi dehezaran nisxeyên vê şi rê avêtibûn ser Fransaya di şer de Liberté ji fransî bo kurdî ji aliyê Sacha Ilitch ve hatiye wergerandin Resamê kurd Ziya Aydin wêneyên wê çêkirine Paul Éluard bi navê xwe yê rastî Eugène Émile Paul Grindel di 1895an de li Saint Denis nêzîkê Parîsê ji diya xwe bûye û di 1952an de jî miriye Di 1931ê de li dijî pêşengeha kolonyal a Parîsê derdikeve di belavokek de wiha dinivîse Ger hûn aştiyê bixwazin şerê sivîl amade bikin Ji Partiya Komunist tê avêtin lê şerê xwe yê ji bo şoreşê didomîne ji bo hemû şoreşan Berdevkê surréalismê dostê Breton û Picasso bû Li ser bombebarankirina Guernica şi ra xwe ya bi navê Victoire de Guernica Serfiraziya Guernicayê dinivîse Di salên şerê Îspanyayê de Eluard û Picasso ji hev naqetin Şaîr ji yê resam re digot Tu bi tiliyên xwe alavan digrî û agir dinexşînî