Ningeh
J&J Yayınları
Dibêjim Kew tu dibêjî Nikilê wî tune Dibêjim Çîrokeke min tune tu dibêjî Ka destpêk ka piştî destpêkê ka Nexwe ez çîroka tunebûnê j te r bêjim Na nikarim dest pê bikim destê xwe bi çi dikim ew dibe xweda û ez namînim Xjjzz Ji zimanê hilweşîyayî wê de çîrok tên gotin miqîm qîm didome hilweşîna ziman perçekirina gotinan bilandina dengan neman an neman Lêvên xwe pev dişidînim û heta hilm di min de hebe diqîrrim Dibe ko ev hilma dawî be Belbî jî ya berî wê be Bêmecal im û ji bo misqala hilma min a mayî badîhewa neçe ez ê wê rind biserrifînim