Otobîyografîya Ebdurezaq Bedirxanî
Wardoz Yayınevi
Otobiyografiya Ebdurezaq Bedirxani Kısa Özet Ebdurezaq Bedirxan di vê pirtûkê da qala têkoşîn û liberxwedana salên berî Şerê Cîhanê dike Celîlê Celîl ev pirtûk di arşîva rûsan da dît û wergerand ser zaravayê kurmancî Ev hem ronahîyê dide ser jîyana Ebdurezaq Bedirxanî hem jî dide ser bûyerên ku di wan salan da li Serhedê û Kurdistanê qewimîne Ji roja ku min peywendîya xwe li gel karmendên rûsan ên leşkerîyê û sîvîl danî min dengê xwe tu caran ji gotina eşkere nebirîye ku gava ez ji bona karê Rûsyayê dixebitim ew hemû ji bona armanca xizmeta pêşveçûna miletê min e Daxwaza min a bingehîn azadîya Kurdistanê ye di bin bandora Rûsyayê da ji ber ku di nava wan dewletan da yên ku cîranên me ne tenê Rûsya ye dewleta pêşveçûyî û kultura wê ji hemûyan hêsantir dikare bi dergehê wê ve derbasî nava me bibe Bona pêkanîna vê projeyê ji her tiştî pêştir divê em nîrê tirkan bi wê da biavêjin Ev e ew xal ku li ser wê berjewendîyên me û Rûsyayê digihîjin hev