Parazname
İBV İsmail Beşikci Vakfı Yayınları
Di vê pirtûka destê we de du paraznameyên Ahmed Guvenî hene Ya yekemîn di roja 14 8 1997an da li Dadgeha Îzmîrê ya Cezayên Giran kirîbû ya duyemin jî di roja 14 07 1999î de ku li Dadgeha Bilind ya Daîreya 5 a Cezayê kirîbû ne Dema salên 1990î berçav bê girtin ez di wê bawerîyê da me ku bêhempatiya wan paraznameyan baştir bê famkirin Axaftina kurdî ya di dezgeh û sazîyên dewletê da rasterast were qebûlkirin grîng e Hewildanên ji bo paraznameyên bi kurdî ku hatine nivîsin û di dadgehan da hatine an jî werine xwendînê gelekî grîng in û xwedî bêhempatiyeke mezin in Reaksîyona dijberîya dadgehan ya ku bi ferman şikil û helwestekî dijberî kurdî tu tirkî dizanî tirkî biaxife dibêje û dibe Dijî vê helwestê divê parazname jî ez jixwe bi tirkî dizanim lêbelê bi zimanê xwe yê zikmakî diaxifim bi zimanê zikmakî dinivîsim bibe Bi mafê axaftin û nivîsina zimanê zikmakî ya xwezayî ji ber ku kurd in ji ber ku kurd jî civakek in û ji vê bonê jî mefê xwe yê rewa yê navneteweyî bi ziman dibe Bi mafê axaftin û nivîsinê ji kurdbûnê ji civatekî kurdbûnê mafekî rewa bi bîr û ziman dibe