Payiz An ji Ziyab
Avesta Yayınları
Suzan Samanci di romana xwe ya duduyan Payîz an jî Ziyab de çîroka mamosteyeke edebiyatê ku ji karê xwe hatiye avêtin vedibêje di hişmendiya wê ya parçebûyî de rêwîtiyeke biefsûn dest pê dike Xewn û kabûsên wê di bîra wê ya bêbinî de tiştên difûrin rast in Di têkiliya bav dê û qîzê de sêqoziyek ecêb heye Herwiha ev sêqozî bi pîvanên civakî û derûnî ebra xwe fireh dikin Ji bo xerabiya bavê xwe jibîr bike xwe dispêre kitêban Dûrî netêrbûn dilşikestin tirs û weswese li ser guliyên darê xwe ditelînin Siya bavê wê hertim li hemberî wê ye û di dil û hişê wê de wekî şayiseke zindî ye ew roja bavê wê ji Toroseke spî peya dibe Bavê wê wekî dûpişkekî di nava mêjiyê wê de vedide derziya dûvê wî li ser milê wî ye û nobedariya wê dike Ji wan dîmenan qet nafilite tê ber bavê xwe êdî ew dewran çû Hebûna wê dibe qurmê daran guliyên xwe wekî jineke dilovan ber bi asiman ve geş dike Ji porê diya wê bêhna Nebûlayê dihat û rondikên wê diketin xwarê li erdê vediguherîne incûyan