Pêşbîniya Falgıra Qereçî
Avesta Yayınları
Li gundekî biniya çiyê ev çend sal in bûyerine ecêb diqewimin Gundiyên ku bawer dikin cinek li serê çiyê dijî kaniyên ku dimiçiqin berhemên dirizin xwarinên genî dibin zeviyên titûnê yên ku tirikê li wan xistiye çêleka ku sê salan golikeke mirî dizê û serbarê ser jî xewn û pêşbîniya Camêrê titûnvan ku dibêje lehiyeke boş û mezin dê vî gundî ramale Şermîn û xwişka xwe ku Camêrê bavê wan ew berî lehiyê ji gund şandî îcar jiyaneke nû li ber xwe dibînin ku tijî ye bi zor û zehmetiyan Pêşbîniya Falgira Qereçî ya ku li gor Ebdulmecîd Lutfî yek ji şahkarên wî ye di warê behre û nivîsandina romanê de bi wergereke serkeftî ya li gor şêwaza romanê û ferhengokeke peyvên kêmnas a dewlemend êdî bi kurmancî ye Înan Eroglu Dema ku min Mamoste Ebdulmecîd Lutfî nas kir ku ew bixwe nivîskarekî kurd e lê bi erebî dinivîse û wek wêjevanekî navdar ê ereb tê naskirin ne ew qas temenê min mabû ku bikarim karekî wisa bikim û ne jî ew zêde jîna wî mabû ku bikare vê wergerê di kokê de pê de were û serrast bike Wî got min romanek heye ku hez dikim bi kurdî jî bê xwendin û bi zimanê min jî bê naskirin Diyar e ew mirov her ji dema zarokatiyê ve nîşaneyên hesta wî ya kurdatiyê hebûn lê gelek dereng ew hest peyda bû Xweş e ku mirov bi xerîbî nemire û dema neban jî bû qet nebe ji şivanê xwe biyanî nebe û xwe lê bike xwedan Şukur Mistefa