Pêsîrên Dayê — Hesenê Metê

Pêsîrên Dayê
Hesenê MetêPeywend
Pêsîrên Dayê
Hesenê MetêRewşa jin û mêr nivîskarî jiyana li xerîbiyê temayên berbiçav ên Pêsîrên Dayê ne Lê di nav van temayan de leîtmotîfek heye ku rengekî kûr û psîşîk dide van çîrokan Ew windakirina germahiya dayikê ye ku ji bo zarokekî bihuşteke winda ye Bihuşt li dû maye û di şûnê de valahiyek cî girtiye û ew valahî jî daxwaza wuslatekê di xwe de dihewîne Lê tu reçeteyên hazir jî nînin ku cihê wê bihuştê dayê û kaniyên wê yên dilşadiya zarokatiyê pêsîr tije bikin Di nav wê şêwaza xwe ya her caran de Hesenê Metê berê me dide hin rêgezên derûnî

Avesta Yayınları
Were berxê min were pêsîr li min pêçûn Ev zar û ev hevoka dayê ji bo min tiştekî gelekî xweş bû nemaze ev çar peyvên dawîn min dixwest û min welê bawer dikir ku ew ê hertim van gotinan bi lêv bike pêsîr li min pêçûn Dayê ava hênik dikire leganekê xwe di ser de xwar dikir ew hingulên xwe dema ku dayê ji bo min pêsîrên xwe ji paşila xwe derdixist bavo ew wusa bi nav dikirin hingul dayê ew hingulên xwe di ava hênik de dikir li erdê cîh dida xwe û ez jî diçûmê Min xwe di hemêza dayê de dirêj dikir min pêsîrek dikire devê xwe û pêsîra din jî min pê dilîst Di demên weha de berê min li asimanê şîn li firnik û li pêsîrên wê bû Ew çilkên dilopên ava zelal li ser pêsîrên dayê dibûn weke histêrkên nava rojê Dayê ew dilopên avê ji ser pêsîrên xwe ziwa nedikir nizanim çima Di hemêza wê de dirêjkirî ji jêr ve min hundurê firnikên dayê didît Ji ber royê sor û rohnî dikirin Di hundurê firnikên dayê de mû tunebû Ji deverên laşê dayê min bêtir ji pêsîrên wê hez dikir Her pêsîreke dayê bi qasî navê Xwedê bû dixwazim bibêjim mezin bû gir û gilover û anuha baş dizanim ku di wan deman de min bi çavekî bavê min bi çavekî û ez bawer dikim xort û mêran jî bi çavekî din li wan pêsîrên dayê mêze dikirin