Pîremêrd Mem Û Zîn
Peywend
Şanonameya Mem û Zîn di 1932 yan de wekî rêzenivîs di rojnameya Jiyanê de tê weşandin Di 1934 an de jî wekî kitêb tê çapkirin Pîremêrd sê şanoname nivîsîne û ji wan a ewil Mem û Zîn e ku ew şanoname wekî yekemîn şanonameya bi soranî tê qebûlkirin Şanogeriya Mem û Zînê di 1935 an de ji aliyê Komeleya Zanistî ve tê pêşandan Pîremêrd temsîla vê şanoyê li Kurdistanê wekî kêlîka yekem a şanoya cidî qebûl dike Ew çîroka şanonameyê ji bingeh û evîna Mem û Zînê werdigire û ji nû ve adapteyî şanoyê dike Hêmayên sereke yên destana Memê Alan û mesnewiya Ehmedê Xanî bi awayekî taybet diparêze Pîremêrd bi armanca neteweperweriyê rengê evîna Mem û Zînê diguherîne Bilindkirina kurdewarî û neteweperweriyê temaya sereke ya vê şanonameyê ye